Encamnameya Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê hat eşkerekirin 2021-10-06 13:28:13     MEXMÛR - Encamnameya 11'emîn Konferansa Saziya Malbata Şehîdan hat eşkerakirin û wiha hat gotin: "Di serî de wargeha Mexmûr û li tevahî cihên ku kurdên azadîxwaz lê heyî, divê ji her demê zêdetir îro li ber xwe bide û têkoşîna xwe bilind bike."    11’emîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan (SMŞ) a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 2’yê cotmehê de, bi tevlîbûna 400 delegeyan hat lidarxistin. Di Konferansê de 27 kes weke endamên SMŞ a Mexmûrê hatin hilbijartin. Encamnameya 11’emîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan îro bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin. Piştî rêz girtinê encamnameya konferansê ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan, Hezar Uçar ve hat xwendin.   Encamnameya 11' Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê wiha ye:   “Di pêvajoya ku Rêbertiya me di bin tecrîdek girankirî de, her wiha êrîşên dijmin yên ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê bi giştî gehiştî lûtkeyê û wargeha me dibin dorpêç û rêgiriyekê de ye, lidarxistina Konferansê bixwe ji bo gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî serkeftinek mezin bû.    Konferansa me bi peyamên ku ji derve de hatîn, xwedina perspektîfên Rêber Apo, nirxandinên xebatên du salan û plansaziya du salên li pêş bi şêweyek giştî û li gorî giyanê demê hat meşandin.   Di tevahî nirxandinên ku hatîn pêşxistin de giringiya pêvajoyê, erk û berpirsyartiyên demê, berxwedana rûmetê ya gerîla, armanc û xeyalên gerîla weke beşa siyasî hat destgirtin. Di Konferansê de bi awayek giştî sekin û helwestek zelal li gorî giyanê demê li gorî pakrewan û rêbertî hat raberkirin. Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî, xwedîderketina li mîrasên şehîdên nemir, bi cih anîna xeyalên wan û bi serxistina armanca wan navenda nirxandinên beşdarvanan bû.   Di peyam û nirxandinên hatîn pêşxistin de bi sekna ku heta em Rêberê xwe bi fîzîkî azad nekin, armanca şehîdên xwe pêk ne înin, têkoşîna xwe bi jiyanekî birûmet tacîdar nekin em ê ti caran gav paşde ne avêjin û em ê li hemberî êrîşên ku tên kirin serî netewînin. Bi taybet mesaja berxwedêrên tûnela Werxelê mohra xwe li konferansê da û malbatên şehîdan bi yek dengî diyarkirin ku wê bi giyanê keç û xortên xwe yên qehreman li tekoşîna azadiyê xedî derbikevin. Her wiha ew wê bi rihê berxwedêrên Mamreşo û Zendûra destkeftiyên şoreşê hembêz bikin û ti caran li hemberî bê rûmetî, hewlên teslîmkariyê çok ne tewînin.    Di serî de wargeha Mexmûr û li tevahî cihên ku kurdên azadîxwaz lê heyî, divê ji her demê zêdetir îro berxwe bide  û tekoşîn bê bilindkirin. Em Konferansê diyarî şehîd Şûkrî û berxwedêren tûnela Werxelê dikin.”   Piştî xwendina encamnameyê, endamên Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan (SMŞ) a Mexmûrê ku ci konferansê de ji nû de hatibûn hilbijartin, sond xwarin.