Rêwîtiya çapemeniyê ya jinên kurd 2021-10-06 10:37:06     Nişmiye Guler   STENBOL - Jinên kurd 7'ê Cotmehê Roja Jinên Rojnameger ên Kurd bi pêşketineke nû ya li ser medyayê û bi rengekî nû pêşwazî dikin.    Jinên kurd ên rojnameger ji 2013'an heta niha 7'ê Cotmehê wekî "Roja Jinên Rojnameger ên Kurd" pîroz dikin. Tercîhkirina 7'ê Cotmehê ji ber salvegera şehadeta gerînendiya jin a yekem a Tirkiyeyê Gurbeteli Ersoz e. Gurbeteliyê ya ji ber faaliyetên xwe yên rojnamegeriyê her zext lê dihat kirin têkoşîna xwe li çiyayan dewam kir û di 7'ê Cotmeha 1997'an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Rêhevalên Gurbeteliyê meşaleya wê dewir girtin û ji Hêviya Jinê heta Newaya Jin, ji Newaya Jin heta JINHA, JINNEWS, JIN.FM, Jin TV û NuJinha'yê rêwitiyeke dûrdirêj domandin.    Rêya jinên kurd a çapemeniyê ji gelek jinên din re jî bû feyz. Gurbetelî jî bi koka xurt a çapemeniya kurd xwe xwedî kir û ji hêza ku girt bû Gerînendeya Weşana Giştî. Em ê behsa rêwîtiya dîroka çapemeniyê ya jinên kurd bikin.    'Çapemeniya di jiyana jinê de '   "Cîhana Jinê" ji macerayên yekem ên nivîsên jinên kurd e. Ev kovar di 1913'an de derket û heta 1921'ê jiyana xwe ya weşanê dewam kir. Di navenda polîtîkaya weşanê ya vê kovarê de pirsgirêka jinan cih digirt. Di nava avakariya vê kovarê de û di heman demê de nivîskarên vê kovarê jinên kurd ên mîna Meziyet Bedirxan, Fexriye Bedirxan, Mes'adet Bedirxan cihên xwe girtin. "Cîhana Jinê" yekem kovara femînîst a serdema Osmaniyan tê qebûlkirin. Dîsa jinên di Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd de cih digirtin nivîsên girîng nivîsandin.    Bi Rewşen Bedirxan re derbasbûyina rêveberiyê    Di navbera salên 1932-1950'î de jinên kurd êdî wekî nivîskar û rêveber di mecraya çapemeniyê de cihê xwe digirtin. Rewşen Bedirxan, di Hawarê de Gerînendeya Karê Nivîsê ya Berpirsiyar dike. Her wiha qunciknivîs e jî. Keça Pîremêrd ê helbestkarê kurd Rahmexan di 1950'î de bû xwediya îmtiyazê ya Kovara Jînê.    Kovara yekem a tevgera jina kurd: Jina Serbilind   Piştî 1980'ê şûnde têkoşîna azadiya jina kurd lezgîntir dibe û ev yek di çapemeniyê de jî olan dide. Kovara Jina Serbilind di 1993'yan de li Ewropayê tê weşandin û dibe yekem kovara tevgera jina kurd. Rojnamegera jinên kurd a yekem "Jiyana Azad" li Herêm Kurdistana Federe hat derxistin. Di 1997'an de heftane hat çapkirin û dest bi jiyana weşanê kir.    Jinên kurd ên Bakur jî di 1998'an de di warê çapemeniyê de gav avêtin û kovara "Jina Azad" çap kirin. Kovarê bi navên cuda rêya xwe domand.    Xwedawend Zilan, Bahara Zen, Star…   Seruvena jinên kurd bi vana sînordar nema. Di 2001'ê de Xwedawend Zilan, Dengê Jiyan, di 2003'yan de Bahara Zan, di 2004'an de kovara Starê derketin. Nivîsên di van kovarana de ji bo her jinê bû metaryela perwerdeyê û bîr.    Newaya Jin   Di 2005'an de li Ewropayê rojnameya jinê ya mehane derket. Rojnameya bi navê Newaya Jin ev 16 sal in bê navber rêya xwe didomîne.    Ajansa nûçeyan a jinê ya yekem: JINHA   Jinên di 2007'an de kovara Hêviya Jinê derxistin di 2012'an de mohra xwe li binê şoreşekê xistin. Jinên ajansa nûçeyan a jinê vekirin hem xeyalê Ayfer Serçe pêk anîn hem jî li dijî zimanê zayendperest ê mêr dest bi şer kirin. Xebatkarên wê hemû jin in. JINHA'yê xelatên mîna, Xelata Evrîm Alataş a ÎLEF'ê ya li dijî Cudakariyê, Xelata Musa Anter a Şehîdên Çapemeniyê, Nûçegîhantiya Jinê ya Gurbeteli Ersoz, Xelatên Rojnamegeriyê yên Metin Goktepe girt. JINHA'ya îktidar ne rehet kir, di 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Kanûnê de (KHK) hat girtin.    Ji inyadê re JINNEWS   Piştî ajansa me hat girtin jinan di serî de ŞUJIN vekir. Lê piştî ku ŞUJIN jî bi KHK'ê hat girtin, vê carê jinan ji inyadê re JINNEWS vekirin. JINNEWS a ku di sala 2017'an de hat vekirin wekî JINHA'yê li dijî zimanê mêr ê di medyayê de têkoşîna wê berdewam kir. JINNEWS, ji ber ê hêza xwe di 2019'an de hêjayî xelata cesaretê ya li ser navê Marîa Garzîa Cutulî dihat dayîn hat dîtin. JINNEWS a ku hêjayî Xelata Musa Anter a Şehîdên Çapemeniyê jî hat dîtin, bi inyada jinan weşana xwe berdewam dike.   JIN û Star FM   Hêza jinan tenê bi damezrandina ajansan re bi sînor nema. Jinan di 2015'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2015'an de Jin FM ava kirin. JIN. FM, girêdayî Qantona Cizîrê li li Bajarê Amudê hat vekirin û xwest ku bibe dengê jinan. Dîsa Star FM,  di 15'ê Kanûna 2017'an de li navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê dest bi weşanê kir.  Radyoya ku di serî de 4 jinên rojnameger lê dixebitîn, bi 20 xebatkaran weşana xwe didomîne. Weşanên radoyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herî zêde bi kurdî, erebî û suryanî ku zimanên li herêm tên bikaranînin weşana xwe dikin.    Televîzyoneke aîdê jinan JIN TV   Jinên Kurd di 2018'an de tecrûbeyên xwe yên di qada, rojnamegerî, kovargerî û ajansan de bi televîzyona jinan JIN TV'yê tacîdar kirin. Di 9'ê Çileya 2018'an de bi dirûşma "Dengê jinê ruyê jiyanê" ku hat damezrandin di 8'ê Adara 2018'an de jî dest bi weşana xwe ya testê kir. JIN TV ya ku ji Rojhilata Navîn heta bi Ewrop û li tevahiya Kurdistanê xîtabî jinan kir, vê salê jî hêjayî xelata "Di Qda Parastinê de Emre Madran a Çapemeniyê"  ku ji aliyê Odeya Aahîsazan a Enqereyê ve hat dayîn hat dîtin.   Li dijî zîhniyeta çapemeniya mêr Pêveka Jinê   Li dijî weşana medya hawiz a mêr ku ji bo jinan rûpelek ji rêzê yê bi navê rûpel 3 veqetandiye Rojnameya Yenî Yaşamê di 2020'î de di Meha Mijdarê de jinan dest bi weşana Pêveka Jinê kir. Pêveka Jinê ji 15 rojan carekê tê weşandin.    Dengê Rojhilata Navîn NûJinha   Jinên Kurd di serê vê salê de jî ragihandin ku Ajansa NuJinha ya xîtabî tevahiya Rohilata Navîn dike hat vekirin. NûJinha avakirina xwe ragihand. NûJinha ya ku hêjayî Xelata Gurbetellî Ersoz ya nûçegîhaniya jinê hat dîtin.   Jinên kurd li dijî îqtîdarên ku medya kirine tekela xwe, di warê dîtbarî, bihîstyarî û nivîskî de rengê xwe dan medyayê.