Li Silêmaniyê 5 kes di malekê de şewitîn, rewşa 3 kesî jî giran e 2021-10-06 10:31:33     SILÊMANÎ - Ji ber teqîna tup li Taxa Aştiyê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê agir bi malekê ket û 5 kesî bi şewatê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha rewşa 3 kesî jî giran e.    Li taxa Aştiyê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê li malekê ji ber teqîna tup agir bi malekê ket. Ji heman malbatê 5 kes şewitîn. Rewşa 3 kesan giran e û rakirin nexweşxaneya Silêmaniyê.   Berdevkê Tenduristiya Çemçemal Dr. Şerîf Rehîm eşkere kir ku ji ber teqînek pêk hatiye 5 endamên malbatekê şewitîne û birîndar jî rakirine nexweşxaneyê.