Li Cizîrê 8 kes hatin binçavkirin 2021-10-06 10:05:47     ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Cizîra Şirnexê, polîsan di saetên serê sibehê de di ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de yek jê jin 8 kes hatin binçavkirin.    Ji kesên ku hatin binçavkirin navê 3 kesan wiha ye: "Pinar Kuramî, Alî Tunç ve Cengîz Oglagî."   Sedema binçavkirinê nehat zanîn û li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê tên girtin.   Li navçeya Silopiyê jî polîsan duh di saetên serê sibehê de di ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de 2 jê jin 13 kes hatin binçavkirin.   Biryara veşartinê   Sedema kesên hatin binçavkirin nayê zanîn û her wiha hat diyarkirin ku di dosyayê de "biryara veşartinê" heye. Kesên ku niha li Midûriyeta Polîsan a Navçeya Silopiyê tên girtin, li bendê ne ku îro îfadeya wan bê girtin.   Kesên ku hatin binçavkirin 2 jê jin bi tevahî navê 13 kesan wiha ye: "Zuleyha Bayar, Bişenk Acar, Dogan Sakman, Suleyman Açar, Şahîn Sakman, Veysî Çelîk, Gûman Çavlak, Celal Dûrak, Ayaz Kulter, Abdulcelîl Konur, Mehmet Tan, Azad Uslu ve Veysî Selçûk."   Her wiha polîsan duh di ser 8 malên dinê de jî girtiye û ji ber ku ne malê bûne nehatin binçavkirin.