TJA û HDP'ê gel vexwend mîtinga 16'ê Cotmehê 2021-10-06 08:17:45     MÊRDÎN - Di çarçoveya mîtînga ku dê di 16'ê Cotmehê de li Amedê were lidarxistin aktivîstên TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê  serdana esnafan kirin û wan agahdar kirin.   Bi dirûşma "Ji Nîjadperestî û Zayendperestiyê re Êdî Bes e, Dem Dema Azadiyê ye" di 16’ê Cotmehê de li Amedê mîtînga jinan tê lidarxistin. Xebatên mîtîngê yên ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (HDP) û Meclîsa Jinan a  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve tê kirin li herêmê berdewam dike. Li Qoserê jî bi tevlîbûna parlamentera HDP'ê Pero Dundar, aktivîstên TJA'yê û jinên HDP'yî serdana esnafan kirin û ew vexwendin mîtîngê.