Kongreya Star: Li dijî xiyanetê dakevin qadan 2021-10-05 16:05:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star derbarê hewldana PDK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberê êrişan dakevin qadan.    Kongreya Star a Rojava têkildarî hewldanên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku wê hêzên xwe bi çek derbasî Şengalê bike, daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Kongreya Star bang li şêniyan kir ku li hember helwestên dijminane yên PDK'ê serî hildin û got:" Divê gel li çar perçeyên kurdistanê li dijî xeta xiyanetê ku PDK'ê dimeşîne, serî hildin. Em şêniyên Bakur û Rojhilate Sûriye dê li hember wan li ber xwe bidin û dev ji helwestên xwe bernedin.   Êzidiyên Şengalê ji fermana 47'an gelek ders derxistin, êdî xwe li ser bingeha xweparastinê bi rêxistin kirin. Ji saetên sibê ve şênî li deriyên ketina Şengalê kom bûne, biyar dan ku ew ê rê nedin PDK`ê ku bikeve herêmên wan û dê axa Êzîdxanê biparêzin. Hêza ku îdiaya parastina Şengalê dikir erka xwe bi cih neanî. Artêşa Iraqê û PDK`ê xeta xiyanetê pejirandin û dema DAIŞ ket Şengalê hema yekser jê vekişiyan.   Çeteyên DAIŞ'ê sûcên herî hovane li dijî xelkê Şengalê pêk anîn, bi taybet li dijî jinan binpêkirinên dermirovî kirin. PDK`ê berpirsa komkujiyên DAIŞ`ê yên li dijî êzidiyan e û îşaret bi berxwedana dîrokî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) kir ku Şengal bi tenê nehişt û ew rizgar kir. Hikûmeta Başûr Kurdistanê bi partiya xwe ya serwer û desteka Tirkiyê hê jî dixwaze Şengal dagir bike.   Her wiha em bêdengiya hikumeta Bexdayê û civata navneteweyî ya li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê jî şermezar dikin. Em bang li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriye dikin ku ji bo Şengalê tevlî qadên berxwedanê bibin."