'Girtiyên edlî yên jin destdirêjî û tecawizê ji ber tirsê nabêjin' 2021-10-05 15:34:59     ENQERE - Endama Lijneya Rêveber a ATO'yê Ayşe Ugurlu, da zanîn zagonên înfazê hukmên pêdiviyên jinan bi cih tînin di nava xwe de venahewîne û got bi taybet mehkûmên edlî destdirêjî, tecawiz û tundiya li wan tên kirin ji ber tirsê nikarin ji mekanizmayên giliyê re bêjin.    Komîsyona Tendirustiya Jinê û Hekîmtiyê ya Jinê ya Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) û Komîsyona Mafê Mirovan a ATO'yê derbarê jinên girtî û zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de dimînin û derbarê şerdên girtîgahan de civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywana konferansê ya ATO'yê pankarta bi nivîsa "Bila şerdên jiyanê yên li girtîgehan bên sererastkirin" hat daliqandin.    'Pirsgirêkên jinan ên di girtîgehan de didomin'   Endama Lijneya Rêveber a ATO'yê Ayşe Ugurlu da zanîn bêyî ku rêz ji mafên girtiyan re bê nîşandan û bêyî ku qadeke li gor rûmeta mirovan bê avakirin dê ne pêkan be ku pirsgirêkên li girtîgehên Tirkiyeyê bên çareserkirin. Ayşeyê da zanîn zagonên înfazê hukmên pêdiviyên jinan bi cih tînin di nava xwe de venahewîne û got bi taybet mehkûmên edlî destdirêjî, tecawiz û tundiya li wan tên kirin ji ber tirsê nikarin ji mekanizmayên giliyê re bêjin.    'Kêmasiyên girtîgehên ji bo jinan jî hene'   Ayşeyê da zanîn kêmasiyên girtîgehên ji bo jinan jî hene û wiha pê de çû:"Jin li dijî pêkanîna lêgerîna tazî derdikevin lê belê ji ber vêya jî ceza li wan tên birîn. Lêgerîna tazî bi kêfî tê kirin. Her wiha jin ji  mafê xwe yê tendirustiyê jî bêpar tên hiştin. Girtî bi kelepçeyê tên muayenekirin û ji ber pêkanînên bi vî rengî gelek caran girtî bêyî ku muayene bibin li girtîgehê vedigerin. Girtiyan dereng dibin dadgehê da ku şopa îşkenceya li wan hatiye kirin winda bibe.    'Girtî ji ber gefê nikarin tundiyê bêjin'   Ji bo cudakariya zayendî ya li girtiyên jin tê kirin û ji bo parastina jinan a li dijî cudakariyan di zagonan de sererastkirin nehatine kirin. Her wiha mijareke din jî ew e ku di dema biserdegirtina qawişan de destdirêjiya zayendî li jinan tê kirin. Ji ber gefa şewitandina înfazê, cezayê dîsîplînê girtî newêrin destdirêjî, tundî û îşkenceya li wan hatiye kirin bibêjin.    'Li girtîgehan 9 hezar û 574 jinên hukumxwar hene'   Ayşeyê bal kişand ser rewşa zarokên mecbûr dimînin di girtîgehan de bi dayikên xwe re bimînin û wiha got:"Li gor daneyên Muduriyeta Giştî ya Malên Tevkif û Cezayê li girtîgehan 9 hezar û 574 jinên hukumxwar û 818 jinên girtî hene. Li gor daneyên ÎHD'ê yên di 2020'î de 300 zarok di girtîgehan de ne. Divê ji bo zarokan li girtîgehan kreş mala lênihêrtinê ya bi roj bên avakirin."   Pirsgirêkên dayikên girtî didomin   Ayşeyê, di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên dayikên girtî yên didomin û got: "Ji bo dayikên girtî pirsgirêkek din a girîng heye. Jinên ku mafê xwedîkirina zarokên xwe negirtîbe nikarin zarokên xwe bibînin. Ev tişt jî dibe sedema zarok ji hezkirina dayikê dûr bikevin. Her wiha zarokên ku bi dayikên xwe re li girtîgehê dimînin jî dive tu carî muameleya girtibûnê nebîne. Ev tiş bandoreke neyînî li ser derûniya zarokan dike."    'Betalkirina înfazê pirsgirêkeke sereke ye'   Ayşeyê, diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş di xeterê de ye û wiha bi lêv kir: "Betalkirina înfaza girtiyên nexweş ên rewşa wan giran pirsgirêkeke sereke ye û divê bê çareserkirin. Herî dawiyê rewşa Ayşe Ozdogan em dikarin mînak bidin. Di 7'ê mijadara 2019’an de teşhîsa penceşêrê hat dayîn û emeliyateke giran derbas kir. Lê Ayşeyê piştre hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê de ne. Piştî ku li ser medyaya dijîtal kampanyayek hat destpêkirin, 15 roj şûnde hat berdan. Lê belê piştî biryara Serokatiya Dezgeha Tiba Edlî di 2'yê cotmehê de hat girtin."   'Pirsgirêk nayên çareserkirin'   Ayşeyê, destnîşan kir ku li girtîgehan bi hinceta ewlehiyê pergala kamerayê tê pêşxistin û wiha axivî: "Mafê perwerde, tenduristî, xwarin, xwedîkirin, paqijî, ava paqij, amûrên paqijiyê, mafê ragihandinê û hwd. pirsgirêk in û nayên çareserkirin. Her wiha malzemeyên ku ji bo zarok tên dayîn jî bê qelîte ne. Di pirsgirêkên wisa de heta niha tu gav nehatiye avêtin. Her wiha bê hincet dest datînin ser tiştên girtiyan ên taybet. Her wiha sirgunkirina ku bi navê sewqê tê kirin jî rêbazeke cezayê ye û li hemberî girtiyan tê bikaranîn."    'Em ê şopdarê mijarê bibin   Ayşeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke ji hêla rayedarên girtîgehê ve cudakarî neyê kirin pirsgirêkên girtiyan dê hinek kêm bibe. Em Wekî Komîsyona Mafên Mirov û Jinan a ATO'yê em ê şopdarê mijarê bin û em ê pirsgirêkên girtiyên jin û zarokên ku neçar in ligel dayikên xwe bijîn hertim bînin rojevê."