Ji bo rojnameger Ayşe Kara 15 sal ceza tê xwestin 2021-10-05 11:16:23     AMED - Ji bo rojnameger Ayşe Kara ya bi "endamtiya rêxistinê" tê darizandin 15 sal ceza tê xwestin.    Rojnameger Ayşe Kara di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de tê darizandin. Bi îdiaya ku Ayşeyê "endama rêxistinê ye" doz lê hatiye vekirin û li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê darizandin. Dozgerê Komarê ku li dosyaya Ayşeyê dinêre, mutalaya xwe amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. Dozger dixwaze Ayşeyê heta 15 salan were cezakirin. Dozger îdia dike ku Ayşeyê di nava xebatên KCD'ê de cih girtiye û di çarçoveya xebatên "rêxistinê" de kar kiriye. Dozger îdia dike ku Ayşeyê "sûcê rêxistinî" kiriye. Dozger endamtiya Ayşe Kara ya Cemiyeta Rojnevanan a Azad (OGC) jî wek sûc dît.    15 sal ceza tê xwestin    Dozger bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" xwest Ayşeyê ji 7 sal û nîvan heta 15 salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin. Danişîna doza derbarê Ayşeyê de hatiye vekirin wê di 9'ê Mijdarê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin.