MED-DER'ê ji bo mamosteyan şahî li dar xist 2021-10-04 18:20:37     AMED - MED-DER'ê bi minasebeta 'Roja Mamosteyên Cîhanê' şahî li dar xist.   Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bi minasebeta  'Roja Mamosteyên Cîhanê' li avahiya xwe şahiyek li dar xistin. Mamosteyên MED-DER'ê, Komeleya Dîcle ya Çand û Hunerê, Komeleya Wêjekarên Kurd û hunermend Rênber Agirî beşdarî şahiyê bûn.   Di destpêka şahiyê de Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî axivî û bal kişand li ser giringiya ziman û got: "Em dizanin ku bi salan e têkoşîna ji bo zimanê dayikê tê dayin. Lê ew têkoşîn tenê bi sazî û dezgehên ziman nayê meşandin. Ji bo ku zimanê me bigihêje nifşên nû divê em zarokên xwe bi zimanê kurdî mezin bikin. Ew peywira me ya hemûyan e. Divê ew civak ji 7'ê salî heya 70'ê salî xwedî lê derkevin. Heya ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Ew di heman demê de peywira siyasetmedaran e jî. Divê siyasetmedarên me gava siyaseta xwe dimeşînin çand û zimanê xwe ji bîr nekin. Heke niha ku zimanê kurdî nebûye zimanê perwerdehiyê ew pirsgirêka dewleta Tirk e. Dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên bişaftin û tayinkirina qeyûman rê li ber pêşxistina zimanê girtine. Gava qeyûm tayinê şaredariyan hate kirin gava yekemîn êrîşên li ser destkeftiyên zimanê bû. Rêveberiyên herêmî di hêla pêşketina zimanê de gelek xebatan meşandin. Divê xebatên rêveberiyê heremî li ber çavan bê girtin. Bi tayinkirina qeyûman îradeya vê gelê hate desteserkirin. Em roja hemû mamosteyên ku di warê zimanê de ked û hewil dane pîroz dikin."   Piştî axaftina Rifat Ronî, ji bo mamosteyan re qunefîl  hat belavkirin.   Bername bi şahiyê berdewam kir.