Nobeta Edaletê di roja 2010'an de ye 2021-10-04 14:40:34   RIHA - Serdanên ji bo çalakiya Nobata Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar ku di roja 210'an de ye berdewam dikin.   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku du law û hevjînê wê di encama êrîşa xizm û parêstvanên parlamenterê HDP'ê de hatin qetilkirin û lawê wê yê ji heman komkujiyê birîndar rizgar bû Ferît Şenyaşar di roja 2010'an de berdewam dike.    Malbata Şenyaşar ku her roj serdana çalakiya wan tê kirin, îro jî ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek û kesên pê re serdana wan hat kirin. Mesut Tek di serdanê de diyar kir ku ew ji bo piştevaniyê hatine û got ku malbat 30 hefte ye daxwaza pêkanîna edaletê dike.    Emîne û lawê xwe Ferît jî tişta jiyan vegotin û anîn ziman ku heta edalet bê pêkanîn ew ê têkoşîna xwe bidomînin.