Ji jinên Cizîrê li dijî bikaranîna tiryakê bertek: Dewlet bi zanebûn vî tiştî dike 2021-10-04 09:02:47     ŞIRNEX - Jinên Cizîrê bertek nîşanê zêdebûna bikaranîna tiryakê dan, bang malbatan kirin ku xwedî zarokên xwe derbikevin û gotin: “Dewlet bi zanebûn zarokên me hînî tiryakê dike. Dixwazin pêşeroja kurdan; ciwanan tune bikin. Em ji jiyana xwe bifikarin.”   Li navenda Şirnex û navçeyên wê bi polîtîkayên şerê taybet ku li herêm tên pêşxistin, tevî tacîz û tecawizê bi piştgiriya hinn hêzan bikaranîna tiryakê di nava ciwanan de her ku diçe zêde dibe. Li navend û navçeyan li gel ew qas qemerayên mobese û li gel ku li serê her kolanekê polîs disekinin bikaranîna tiriyakê her ku diçe di nava civakê dee zêde dibe.    Jinên navçeya Cizîra Şirnexê, derbarê bikaranîna tiryakê de bertekên xwe anîn ziman û gotin bikaranîn û firotina tiryakê parçeyek şerê taybet e û bi zanebûn ev polîtîqa tên pêşxistin.   ‘Bila hikûmet dawî van polîtîqayên xwe bîne’   Sîsê Yildiz Gorer, zêdebûna bikaranîna tiryakê  ku li herêmê zêde bûye şermezar kir û wiha got: “Li Cizîrê berê ev tişt tunebû. Em vî tiştê tu carî qebûl nakin. Piştî ku tiryak ket bajarê me zarokên me jî xira bûn. Berê zarokên me didin bêehlaqiyê. Dewlet zarokên me dixapîne. Bi zanebûn berê zarokên me didin tiştên xirap. Dixwazin kurdan tune bikin û berê zarokên me didin rêya xirab. Em naxwazin ku zarok û ciwanên me tiryakê bi kar bînin. Bila dev ji vî tiştî berdin. Bajarê me berê gelek paqij bû. Kesî newêribû van tiştên kirêt bikar bîne. Lê belê ev çend salên dawiyê ye ev tişt li welatê me zêde bûye. Em naxwazin ku zarokên me tiryakê bi kar bînin. Bila malbatên me zarokên xwe hişyar bikin û destûrê nedin tiryakê bi kar bînin. Em hemû jî baş dizanin ku dewlet vî tiştî zanebûn li nava civaka me belav dike. Divê jin hişyar bin û li dijî vê rewşê bêdeng nemînin. Bila zarokên xwe ji vî rêya xirap vegerînin. Bila hikûmet jî dawî li polîtîkayên xwe yên qirêj bîne.”   ‘Bila zarokên me lîstokên hikûmetê nexape’   Nesîbe Darga jî destnîşan kir ku dewlet bi zanebûn tiryakê li heremê belav dike û bi ciwanan dide bika anîn û wiha bertek nîşan da: “Em naxwazin ciwanên me bikevin rêya xirab. Dema ciwan dikevin rêya xirab malbat gelek diqeherin. Em naxwazin zarokên me tiryakê bi kar bînin. Hikûmet kesên ku tiryakê bi kar tîne piştî çend saetên dinê berdide. Ger ku dewletê bixwesta pêşiya vî tiştî bigire dê hîn tişt bikira. Lê nake.  Ev ji bo me malbatan zilme. Em naxwazin zarokên me ji ber tiryakê jiyana xwe ji dest bidin. Em her roj dibînin ku ciwanên me li kolanan tiryakê bi kar tînin. Tu tişt ji destê me dayikan nayê. Dewlet hişê zarokên me ji serê wan dibe. Zarokên me ji ber tiryakê bi kar tînin tiştên xirab dikin û li ser rêyên nebaşin. Bi  Zarokên me dixapînin. Bila zarokên me bi lîstikên dewletê nexapin. Dewlet naxwaze ciwanên me di nav siyasetê de bi cih bibin. Ji ber vî yekê jî berê ciwanên me didin van tiştên bêehlaq. Divê malbatên me zarokên xwe biparêzin û li dijî bikaranîna tiryakê têkoşînê bidin. Ger ku malbat ser zarokên xwe bisekine dê dewlet jî nikaribe van tiştên qirêj li wan ferz bike. Em ditirsin ku zarokên xwe derbixin kolanan. Zarokên me li şûna bikaranîna tiryakê, bila berê xwe bidin xebatê.”   'Em nema zanin ku em ê çawa zarokên xwe biparêzin'   Meryem Aydin jî diyar kir ku ew li dijî bikaranîna tiryakê ne, dixwazin ciwanên wan ji vê rêyê vegerin û wiha pêlda axaftina xwe: “Em  li dijî bkaranîna tiryakê ne. Em bûne nobedarê zarokên xwe. Em bi şev destûrê nadin ku zarokên me derbikevin kolanê. Em nema zanin em ê zarokên xwe çawa biparêzin. Tu malbatek naxwaze ku zarokên wan bikin rêya xirab. Divê hemû kes li dijî vî tiştî dengê xwe bilind bike. Ev tiryaka ku niha li bajarê me didin bikaranîn hovîtî ye. Em vê qebûl nakin. Ji ber bikaranîna tiryakê hîn zarok întîhar dikin, an jî hevdû kêr dikin. Ev hemû ji ber tiryakê ye. Heta niha bi sedan bûyerên wisa bûne. Em ditirsin ku zarokên xwe derbixîn sûk û kolanan. Dema dertên jî heta bên malê em deh caran telefonî wan dikin. Em gelek ditirsin. Dewlet tu tiştî nake. Dema mesele siyasî be, ji ber peyvekî zarokên me dikin girtîgehan û ceza li wan dibirin. Lê belê dema mesele dibe tiryak tu tiştî nake û nabîne. Dema ji ber tiryakê bikin binçavan jî piştî çend saetên dinê berdidin. Dema ku li taxa me ciwan tiryakê bi kar tînin welatiyên taxê li dijî wan derdikevin. Em Cizîra berê dixwazin. Cizîra me berê ne wisa bû. Em malbat nikarin tu tiştî bikin. Dewlet jî tu tiştî nake.”   ‘Berê li Cizîrê ev tişt tunebûn’   Kulîcan Dert jî ev tiştan got: “Bi tiryak û esrarê ciwanên me xirap dikin. Dikevin van kolanan tiryakê difroşin û didin zarokên me. Rojek ez serê sibehê rabûm ji bo gelaşê derxînim bavêjim min dît ku ciwanekî tiryak bi kar aniye û li derve raketiye. Berê li Cizîrê ev tişt tunebûn. Ciwanên me tu carî tiryak bi kar nedianîn. Cizîra me niha nexweş bûye. Hemû der xirap kirine. Em êdî nema karin ji malê xwe derkevin. Dewlet tu tiştî nake. Berovajê wê ciwanên ku tiryakê bi kar tînin dibînin lê tu tiştî nakin.  Ji xwe ev jî bi destên wan tên kirin. Divê malbatên me xwedî zarokên xwe derbikevin. Dema mesele kurd be hemû tiştên xirap li wan dikin. Ev jî bi zanebûn tê kirin. Em dixwazin ev tiştên qirêj ji welatê me dûr bixin.”   ‘Li ser axa me tu carî tiştên wisa nedihatin jiyîn’   Ayşe Bîlîr jî diyar kir ku hikûmet pêşiya van tiştan nagire, bertek nîşan da û wiha pê de çû: “Ez niha 60 salî me û heta vî temenê xwe min tiştekî wisa li vir nedîtibû. Li welatê me bi zanebûn van tiştan didin meşandin. Li welatê me û li ser axa me tu carî tiştên bi vî rengî nedihatin jiyîn. Li Cizîrê ciwan gelek xira bûne. Berê ciwanan dane tiştên xirap û ev jî bi zanebûn tê kirin. Dixwazin ji vîn, çand û hebûna xwe dûr bikevin. Divê civak û malbat dest bidin destên hevdû û ciwanan ji vê rêya xirap vegerînin. Jiyana zarokên me herimandin.  Dixwazin kurdan tune bikin ji ber ku ciwan pêşeroja me ne bi ser wan de diçin. Dixwazin ciwanan ji hebûna wan dûr bixin.  Dema em li gund dijiyan zarokên me tu carî tiştên wisa nedikirin. Lê belê piştî ku em koçberî bajêr hatin kirin ciwanên me ji rê derketin. Berê ciwanan dan tiryak û tiştên xirap. Em êdî ditirsin ku zarokên xwe derbixin kolanan.”   ‘Dixwazin zarokên me tune bikin’   Herî dawî Heybet Yildiz jî wiha got: “Em naxwazin ku zarokên me bikevin van rêyên xirab. Zarokên me ji ber siyasetê îro di girtîgehan de ne. Li zarokên me yên derve jî van qirêjiyan ferz dikin û berê wan didin rêyên xirap. Sedema vî tiştî hikûmet bi xwe ye. Em êdî nikarin tu tiştî bikin. Gund, bajar û welatê me xirap kirin. Ev têr nekir niha jî berê zarokên me dane  tiştên xirap. Em naxwazin zarokên me tiryakê bi kar bînin. Tiryakê bi zanebûn di nav zarokên me de belav dikin. Zarokên me hişê xwe winda kirine êdî. Em ditirsin li ber deriyên malên xwe rûnên. Ji ber tiryakê ciwan hişê xwe winda dikin. Ciwan dema destên xwe rakin bi salan ceza li wan tê birîn. Kesên ku kurdî biaxivin tên giritn. Lê dema tiryakê bi kar tînin tu tiştî nakin. Bi zanebûn vî tiştî dikin. Dixwazin zarokên me tune bikin. Dewlet tu tiştî nake. Bi zanebûn vê qirêjiyê dide meşandin. Beriya qedexeya derketina kolanan tu ciwanek nikaribû û newêrîbû tiryakê bi kar bîne. Lê niha ev qirêjî zêde bûne.”