Li Mexmûrê pêşdibistan hatin vekirin 2021-10-03 12:09:48     MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê li pêşdibistan serdema perwerdê ya sala 2021 - 2022'yê dest pê kir.     Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li pêşdibistan serdema perwerdê ya sala 2021 - 2022'yê dest pê kir. Di sala 2002’an de bi awayekê fermî li wargehê 5 pêşdibistan hatibûn vekirin û di vê sala nû ya xwandinê de her 5 pêşdibistan jî hatine vekirin ku wê bi giştî 200 zarok li wan bên perwerdekirin. Li van pêşdibistanan perwerde di seatên siharê de dest pê dike. Zarokên ku bi dayikên xwe re ji bo perwerdê hatin li aliyekî bi kelecan bûn û li aliyekî ji ji ber ku cara yekê ji dayikên xwe diqetiyan xemgîn bûn.