Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi dawî bû: Hevgirtin dê dagirkerî û îxanetê têk bibe 2021-10-03 12:08:59     MEXMÛR - Li wargeha Mexmûrê 11’emîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan ku  bi 400 delegeyan di 1'ê Cotmehê de hatibû destpêkirin bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku hevgirtin û hêza gel dê îxanet û dagirkeriyê têk bibe.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi diruşmeya ‘Em bi rihê fedayî yê Bazên Zagros û Cenga Xabûrê, pêngava Dem Dema Azadiyê ye bi serkeftinê tacîdar bikin’ 11’emîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê ku di 1'ê Cotmehê de hatibû destpêkirin û du rojan berdewam kir bi peyamên girîng bi dawî bû. Endama Saziya Malbatên Şehîdan û Hevberdevka Malbatên Şehîdan a Berê Xantur Kara ku di konferansê de nirxandin kir diyar kir ku ew ê gotina "Em bi şehîdên xwe serbilind in" bi bîra xwe bînin û li gorî ku şehîdên wan jî bi wan ser bilind bin tevbigerin. Mamoste Hezar Ûçar jî anî ziman ku bi ruhê berxwedanê yê ji konferansê derbikeve ew ê azadiya fizikî ya Rêber Apo  misogre bikin. Ayşe Kara jî got ku tişta girîng a li hemberî dagirkerî û îxanetê di her çar perçeyê Kurdistanê de hevgirtin û hêza gel bi xwe ye.    Endama Saziya Malbatên Şehîdan û Hevberdevka Malbatên Şehîdan a Berê Xantur Kara ku di konferansê de nirxandin kir berî nirxandina xwe silav û heskirinên xwe ji tevahî şervanên azadiyê yên li hember dagirkeriyê li ber xwe didin re şand û got, “Em bi rihê fedayî yê Bazên Zagros û Cenga Xabûrê, pêngava 'Dem Dema Azadiyê' bi serkeftinê tacîdar bikin.  Ji şîara Konferansê jî diyar dibe ku armanç û hedefa me ji vê Konferansê çî ye. Divê em bikaribin di vê pêvajoyê de hîn zêdetir xwedî li Rêberê xwe, şehîdên xwe û gerîllayên xwe derbikevin.  Di pêvajoyeke  ku em ber bi serkeftîn û azadiyê ve diçin divê em bikaribin zêdetir xwedî li hev derbikevin."   'Divê em berpirsiyariya li hember şehîdan pêk bînin'   Xantur di dirêjiya axaftina xwe de bi  diyar kir ku ew baş dizanin hêza bingehîn ya ku wan tîne gel hev şehîdên wan ên pîroz  in û berdewam kir, "Ji ber vê yekê em neçarin ku erk û berpirsariyên xwe ya li hember şehîdan pêkbînin. Bi taybetî jî divê em bizanibin ku em ê çawa bikaribin bi ruhê rêhevalên li Zendura, Mamreşo û Werxelê  têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin ku ji pêvajoya heyî re bibin bersiv. Şerê ku niha li Qadên Parastina Medya tê meşandin di heman demê de li hember me jî tê meşandin. Divê em bikaribin Têkoşîn û berxwedaniya ku li Heremên Parastina medya tê meşandin daxin nava civakê jî. Pêwîste em jî weke Rêberê xwe û gerîllayên azadiyê têbikoşinê bidin. Pêwîste  gotina ku dibêjin 'Em bi şehîdên xwe serbilind in' bînin bîra xwe, em bizanibin ku şehîdên me jî çiqasî bi me serbilind in û li gorî wê tevbigerin."    'Nirxên me yên herî pîroz şehîdên me ne'   Endama Saziya Malbatên Şehîdan Hezar Uçar jî derheqê şerê ku niha li qadên parastina medeya tê meşandin nirxandin kir û got; “ Îro li Qadên Parastina Medya şerekî xeternak tê meşandin. Dewleta tirk ya faşîst êdî nikare li hember îrade û baweriya gerîllayên azadiyê bisekine û çekên kîmyewî bi kar tîne. Divê em ji bîr nekin ku em bi keda şehîdên xwe yên pîroz gihiştine vê asta herî girîng. Di pêvajoyek ewqasî hessas û girîng de konferansa saziya malbatê şehîdan li darxistin serkeftinek e. Li gorî şert û mercên wargehê, ruxmê rêgiriya li ser wargehê tê meşandin konferansek bi vê awayî lidarxistin ne karekî ji rêzê ye. Weke şêniyên Wargehê em gihiştine astekê wisa mezin ku em tu êrişên leşkerî, derûnî û şerê taybet li pêşiya xwe nakin asteng. Bêguman ev ev hêza berxwedana ku li wargehê tê meşandin jî em ji şehîdên  xwe digirin.  Ji ber vê yekê em di wê bîr û baweriyê de ne ku ruhê berxwedanê yê ji konferansê derbikeve em ê azadiya fizikî ya Rêber Apo  misogre bikin."    'Hevgirtin û hêza gel girîng e'   Mamoste Ayşe Kara jî got ku di pêvajoyek ewqasî  hessas de konferansek bi vê awayî lidarxistin nîşaneyê serkeftinê ye û di dirêjiya axaftina xwe de ev tişt got, “ Sekin û biryardariya malbatên şehîdan li hember vê pêvajoyê gelek girîng e. Di her çar perçeyên Kurdistanê de konsepteke nû ya şerê taybet di warê derûnî de tê meşandin. Lê bila dijminê Gelê Kurd viya baş bizanin ku weke şêniyên wargehê wê her tim sekna me ya berxwedan û têkoşînê hebe. Niha li Qadên Heremên Parastina medya şerek bêexlaq û di dîroka mirovahiyê de ne hatiye dîtin tê meşandin.  Bi dehan caran gazên kîmyewî li ser gerîllayên azadiyê hatin bikaranîn. Li ruhmî ku ev çek qedexe ne jî mixabin kesên ku xwe weke rewşenbîr, demokratî û azadîxwaz jî dibînin li hember vê yekê ker, lal û kor bûne. Ji bo ku em bikaribin li hember vî şerê ku tê meşandin rawestînin divê em yekitiye xwe ava bikin. Ji ber vê yekê rastiyekê me kurdan heye ku ji me pêve tu kesek ne xwediyê me ye. Ger weke civak, sazî û tezgehên kurd em yekitiya xwe ava nekin em ê nikaribin hêza xwe ya cewherî jî ava bikin. Dagirkerî û şerê niha li başûrê Kurdistanê tê meşandin êrişekê topyekûn ya li ser Gelê Kurd e. Ger ku em xwe li benda qaşo kes, sazî, partî û dezgehên heyî bihêlin em ê xwe bixapînin.  Ya herê girîng di her çar perçeyê Kurdistanê de li hemberî dagirkirin û îxanetê hevgirtin û hêza gel bi xwe ye.”