Li Hezexê şahiya jinan hat lidarxistin: Divê kesên wek Musa Orhan bên cezakirin 2021-10-02 18:50:07   ŞIRNEX – Bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê, bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” li Hewşa Oztaşê ya Hezexê şahî hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu ya ku axivî bal kişand ser êrîşên li dijî jinan û got: “Divê şûna Ezgî Mola kesên wek Musa Orhan bên darizandin û cezakirin.”    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî hemû cureyên êrîşên wek tacîz, tecawiz, tiryak û fihûşê yên li ser civaka kurd bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” li Hewşa Oztaşê ya navçeya Hezexa Şirnexê şahî hat lidarxistin. Li cihê şahiyê pankartên "Ciwan bi hêvî û bawerî ber bi şoreşê ve dimeşin",  "Em her tim bi hêza jinê li qadan e", "Em li dijî tundiya mêr û dewletê serî hildidin", "Li dijî nijadperestî û zayendperestiyê dem dema azadiya jinê ye" û "Denîz Poyraz Nemire" daliqandin. Jinan dovîzên "Ji qirkirina xwezayê re na", "Qirkirina jinê qirkirina civakê ye" û bêdengî tun ye, serhildan li her derê ye" rakirin.    Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevşare Cizîrê ya ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu, Hevşaredara Hezexê ya ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songûl Erden, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyan, û gelek jin bi kincên xwe yên gelêrî  tevlî şahiyê bû. Şahî piştî deqeyek rêzgirtinê, bi axaftina Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabuha Akdag dest pê kir.   Sabuha, anî ziman ku kolan bi kolan li dijî tacîz, tecawiz, tiryak û fûhûşê xebatên xwe meşandine û got: "Li dijî tacîz, tecawiz, fûhûş û tiryakê bêdeng nemînin. Xwedî li zarokên xwe derbikevin. Em jin li her derê dengê xwe bilind bikin.”   Piştre Ayşe Surucu ya HDP’yî axivî û bal kişand ser berxwedana gelê kurd. Ayşe, bi lêv kir ku gelê Botanê tim bi êrîşên îktîdarê re rûbirû maye û gelê Botanê bi sekna xwe ji êrîşan re bûne bersiv û bi sekna xwe ji îktîdarê re bûne bersiv. Ayşe, bal kişand ser polîtîqayên şerê taybet û ev tişt got: “Bi polîtîqayên şerê taybet ve êrîşê gelê kurd dikin. Dixwazin çand, nirx û zimanê kurdan tune bikin. Hem fîzîkî û hem jî civakî êrîş dikin.      Ayşe, bal kişand ser tiryak û fûhûşê ku li heremê hatiye belavkirin û wiha pêlda axaftina xwe: “Dixwazin berê ciwanên kurd bidin tiryakê. Ji aliyekî ve tiryakê didin meşandin, ji aliyekê dinê ve jî fûhûş û sîxûriyê didin meşandin. Bi van êrîşan dixwazin ciwanên kurd tune bikin. Ji bo ku ciwanên kurd zane nebin hemû tiştî dikin. Kesên bi ûnîforma kêçên ciwan ên kurd ji aliyê hêstan ve dixwazin ber bi rêyên qirêj ve bikişînin. Ji van yek jî di şexsê Musa Orhan de hat kirin. Îpek Er her çixwasî serlêdana sûc kir jî Musa Orhan nehat girtin. Ji ber ku bi ûnîforma bû. Kesê ku sûcdar e nayê girtin, ên ku wî rexne dikin tên cezakirin. Ezgî Mola ji ber Musa Orhan rexne kir hat cezakirin. Em vê careke din şermezar dikin. Şûna Ezgî Mola, divê kesên wek Musa Orhan bên cezakirin.”   ‘Berxwedana me dê bidome’   Ayşe, destnîşan kir ku dê jin li dijî hemû polîtîqayên şerê qirêj berxwedana xwe bidomînin û wiha pêlda axaftina xwe: “Li dijî gelê kurd û jinên kurd ev polîtîqayên ku tên meşandin em ê kolan bi kolan, tax bi tax rêxistina xwe bikin. Bi awayek zanebûn em ê berxwedana xwe bidomînin.”   ‘Êdî bes e’   Herî dawî li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Ayşe Hezer axivî û wê jî ev tişt got: “Divê hemû kes xwedî zarokên xwe derbikeve. Divê li dijî polîtîqayên Erdogan em zana û hişyar bin. Ji kuştina zarokên me yên 10 salî, 8 salî têr nebûn. Bi rêyên cuda dixwazin zarokên me bikûjin û tune bikin. Divê em hemû bêjin ‘êdî bes e.’ 24 saet têr nake. Divê em tim li kolanan bin û li berxwe bidin.”   Dirûşmên “Şehît Namirin” û “Jin jiyan azadî hatin berzkirin. Piştî axaftinan hunermend Hediye Bayram û Merve Admiş stran gotin. Şahî, bi gerandina govendê û tilîliyan bi dawî bû.