Di encama berxwedanê de Hêzên PDK'ê vekişiyan 2021-10-02 14:52:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama berxwedana şêniyên Şengalê de hêzên PDK’ê yên xwestin bi rêya hêzên çekdar bikevin Şengalê, paşve vekişiyan.   hêzên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) bi hinceta hilbijartinê xwest bi hevkariya Iraqê hêzên çekdarî derbasê Şengalê bike. Lê ev hewldana PDK’ê li rastê nerazîbûnên gelê Şengalê hat.   Ji serê sibehê ve gel li asayîşên Borik û Guhbel kombûn û destûr nedan hêzên PDK’ê bikevin Şengalê. Hêzên çekdarî yên Iraqê û PDK’ê tevî hemû hewldanan nekarîn barîkata gel bişikînin û bikevin Şengalê.   Li ser berxwedana gel, hêzên PDK’ê neçar man ku ji herêmê vekişin. Li dijî aloziyan Rêveberiya Xweser a Şengalê ketine navberê û rê dane ew hêz bi awayeke bi ewle ji herêmê dûr bikevin.   Piştî hêzên Iraqê û PDK’ê paşve vekişiyan, gel serkeftina berxwedana xwe bi gerandina govendê pîroz kirin.   Di van kêliyan de jî ji bo pîrozkirina serkeftinê karwaneke mezin a Şengaliyan di nava gund û navçeyên Şengalê de digerin. Gel bi rakirina ala Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) û avêtina dirûşim û lêxistina kornayan serkeftinê pîroz dikin.