Şêniyên Şengalê li ser rêyên sereke dest bi çalakiyên rûniştinê kirin 2021-10-02 12:06:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî hewldanên pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ya Hewlêr-Bexda û bi taybet jî daketina PDK’ê a ser rêyên sereke, şêniyên Şengalê dest bi çalakiyên rûniştinê kirin.   Serê sibehê ve hêzên çekdarî yên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) bi hevkariya hêzên Iraqê hewl didin bikevin Şengalê. Duh jî Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihandibû, eger PDK li dijî Şengalê bikeve nava hewldaneke bi vî awayî ew ê li ber xwe bidin û parastina xwe bikin.   Li gorî agahiyan ji serê sibehê ve di serî de li Rabîa, Zaxo û gelek nuqteyên kontrolên yên di navbera Herêma Kurdistan û Şengalê de hêzeke zêde ya çekdarên PDK’ê kombûne û dixwazin bikevin Şengalê.   Li hember van hewldanên PDK’ê gelê Şengalê ji bo parastina xwe hemû rêyên Şengalê girtin û di van kêliyan de li piraniya noqteyên kontrolê çalakiyên rûniştinê dane destpêkirin û li derdora Meclîsa Gel a Şengalê kombûne.