Komîteya Jinan piştgiriyê dide projeyên jinan 2021-10-02 11:42:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîte û nivîsgehên jinan ên Rêveberiya Xweser ji sedî 10 ji bûdçeya xwe ji bo projeyên jinan veqetand.   Di civîna Îlonê de ku hemû komîte û rêxistinên jinan ên Rêveberiya Xweser ên Reqa, Dêrazor û Minbicê amade bûn, biryar hate dayîn ku ji sedî 10 ji bûdçeya piştgiriyê ji bo projeyên aborî yên jinan were veqetandin.   Têkildarî mijarê cîgira Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku di civîna hemû koordînasyonên jinan de biryar hate dayîn ku ji sedî 10 ji bo destekdayîna aboriya jinan budçe hate veqetandin.   Rûken, diyar kir ku mîna vê civînê wê li herêmên Cizîr, Efrîn û Firatê jî werin lidarxistin. Têkildarî van projeyan Rûken da zanîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê projeyên vekirina kreşan jî bikin. Rûken, ji bo jinên bî û yên ji hevjînê xwe cûda bûne dê kargeha mendîlan li bajarê Hesekê were vekirin, her wiha ji bo jinên bi temen û jinên ku cih ji wan re tune ne dê mal werin vekirin.