Hat îdiakirin jinekê bi mobbinga AKP'ê xwe kuştiye 2021-10-02 11:16:12   MÊRSÎN - Hat îdiakirin ku bi mobbinga Serokê Navçeya Mezitliyê yê AKP'yî û Cîgirê Şaxa Muduriyeta Emniyeta Mezitliyê Nagihan Ekiz di 27'ê Îlonê de xwe kuştiye.     Nagihan Ekiz a wekî polîs li Muduriyeta Emniyeta Mezitliyê dixebitî li mala xwe bi awayekî bi guman mirî hat dîtin.    Piştî bûyerê bavê Nagihanê, Anil Ekiz li ser hesabê xwe yê dîjîtal diyar kir ku keça wî bi mobbinga Serokê Navçeya Mezitliyê yê AKP'yî û Cîgirê Şaxa Muduriyeta Emniyeta Mezitliyê xwe kuştiye.    Walîtiya Mêrsînê jî diyar kir ku têkildarî mijarê lêkolîn dane destpêkirin.