Semra Guzel: Helwesta DEDAŞ’ê li dij hiqûqê ye 2021-10-02 10:24:07     Sema Çaglak    AMED - Parlamentera HDP'ê Semra Guzel helwesta DEDAŞ'ê ya li hemberî welatiyan şermezar kir û got: "Nezîkatiya DEDAŞ’ê yek ji parçeyek polîtîkayên şer ên taybet e. Ev nêzîkatî li dijî hiqûq û zagonê ye. Li vir tenê welatî dibin mexdûr."   Di serî de bajarên herêmê û bi taybetî jî li Êlih, Mêrdîn, Şirnex û Amedê, demek dirêje welatî pirsgirêka ceyranê dijîn. Qutkirina ceyranê, buhakirina fatûreyên ceyranê û xebatên daliqandina saetên ceyranê ya li ser trafoyan welatiyan bêzar kir. Şirketa Belavkirin û Ceyranê ya Dîcle (DEDAŞ), bi hinceta li gelek bajar û navçeyan bikaranîna ceyrana qaçax heye saetên ceyranê li trafoyan ve daliqîne. Şêniyên li Bismil, Licê û Farqîna Amedê daketin qadan û nêrazîbûnên xwe anîn ziman. Piştî çalakiya şêniyan DEDAŞ dest bi birîna ceyranê kir. Derbarê mijarê de parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel axivî.   ‘Baweriya gel bi DEDAŞ’ê nîne’   Semra di destpêka axafina xwe de bal kişand ser helwesta DEDAŞ'ê û got: "Helwesta DEDAŞ'ê bi taybetî dibe sedema mexdûriyeta welatiyan. Îro DEDAŞ li herême helwesteke taybet a qirêj dimeşîne. Hincet jî bikaranîna ceyranê qaçax nîşan dide. Çend helwesta DEDAŞ'ê li Licê, Bismil û Farqîna Amedê rûda jî bi taybetî li hemû bajarên herêmê heman helwest heye. Ev polîtîka bi destê dewletê ve tê birêvebirin. Li Licê gel li hemberê DEDAŞ'ê daket kolanan û nehiştin ku ew saetan li ser trafoyan bê daliqandin. Ji ber ku baweriya wan bi DEDAŞ’ê nayê.”   ‘Li hemberî çalakiyan ceyrana welatiyan hat birîn'    Semra, destnîşan kir ku li dijî DEDAŞ'ê gel daket qadan û wiha bi lêv kir: "Haya gel ji helwest û nêzikatiya DEDAŞ’e heye. Her wiha heman nêzîkatî li bajarên din jî heye. Welatî ew nêzikatiya ku pêk hatî qebûl nakin. Çend roj in gel bi çalakiyan nerazîbûna xwe tîne ziman. Hundirê bajêr xistin qada şer. Hem DEDAŞ hem jî emniyet bi şiklekî hovane li ser gel ve çûn. Her wiha di wan çalakiyan de şêniyên Licê hatin binçavkirin. Herî dawiyê jî li Farqînê bûyerên bi vî rengî pêk hat. Gel helwesta DEDAŞ’e qebûl nekir. DEDAŞ jî li hemberê çalakiyan ceyrana welatiyan birî."   ‘Birîna ceyranê welatiyan mexdûr kir'    Semra, derbarê birîna ceyrana welatiyan de jî wiha nêrînê xwe anî ziman: "Me derbarê rewşa welatiyan de hîn agahî girt. Ji ber birîna ceyranê welatî mexdûr bûne. Xwarinên ku ji bo zivistanê hatin amadekirin di sarincê de xirab bûne û kesên nexweş yên bi cihazê ve girêdayînê rewşa wan xetere ye. Derbarê mijarê de me bi DEDAŞ û emniyetê re ketin tekiliyê. Lê di têkiliyan de hat diyar kirin ku divê welatî daxwazên DEDAŞ'ê qebûl bike. Ev nêzîkatî li dijî hiqûq û zagonê ye."   'Welatî ji bendavên ku li vir hatî çêkirin sûdê nagirin'    Semra, da zanîn ku jixwe hemû polîtîkayên dewletê li dijhiqûqê ye û li hemberî gel dimeşînin û got: "Em dibînin ku ev yek ji polîtîkayên şer ên taybet e. Em niha dibînin ku hertişt buha bûye, gel nikare fatureyên xwe bide û nikare debara xwe ya rojane bike. Welatî bi wan polîtîkayan re rûbirû dimîne. Tirkiyê bendavên xwe li Kurdîstanê çêdike. Projeyên HES jî ji bo bikaranîna ceyranê ye. Berteka gel jî li ser vê esasî ye. Bendavên ku li ser vê axê tê çêkirin welatiyên ji herêmê nikarin sûdê ji ceyranê bigirin.    ‘Sedem polîtîkayên şêr ên taybet in'    Semra di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Gel baş dizane ku pirsgirêk ne pirsgirêka ceyrana qaçax e. Gelên herêmê naxwaze ew saet bi trafoyan ve bê daliqandin. Em ê geşedanan bişopînin. Jixwe me mijar bir rojeva parlamentoyê jî. Qeyrana aborî, ekolojîk û siyasî ji ber polîtîkayên şer ên taybet ewqas kûr dibe."