Dayika cenazeyê kurê wê nadinê: Ew ji cenazeyên me ditirsin 2021-10-02 09:11:59   ŞIRNEX - Dayika Metîn Tetîk (Adil Botan) ê HPG'yî, Nebahat Tetîk anî ziman ku ev du meh in cenazeyê kurê wê nayê teslîmkirin û got: “Çi ji cenazeyên me dixwazin? Ew ji cenazeyên me ditirsin. Bila di demek nêz de cenazeyên zarokên me bidin. Bila bes vê êşê bi me bidin kêşandin.”   Cenazeyên HPG'yiyên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane û li Goristana Bêkesan hatine definkirin, nadin malbatên wan. Malbatên ku piştî şehadeta zarokên xwe dibihîzin ji bo ku cenazeyên wan bigirin berê xwe didin nexweşxaneyan. Malbatên ji bo girtina cenaze diçin li nexweşxaneyan jî tên astengkirin. Yên hin malbatan ji ber ku testa xwînê ji wan nagirin nadin û yên hinekan jî bi hinceta “Rapora DNA’yê dereng derketiye”  dereng didin. Ji van cenazeyan yek jî yê Metîn Tetîk (Adil Botan)  ê di 3’ê tebaxê de li herêma Çiyayê Herekol a Xezxêr a Sêrtê  jiyana xwe ji dest daye ye . Malbata Metîn, ev du meh in ji cenazeyê kurê xwe tu agahiyê nikarin bigirin û dayika wî Nebahat Tetîk xwest ku cenazeyê kurê wê bidin wan.   'Neheqî qebûl nekir'   Nebahat, anî ziman ku di dema şerê li Kobanê de kurê wê tevlî refên azadiyê bûye û wiha got: “Navê kurê min Metîn Tetîk e. Dema li Kobanê şer dest pê kir kurê min û çend kesên din wê dema têlên sînor hatin qetandin  çûn piştgiriya Kobanê bikin. Kurê min di sala 2014’an de ber bi hawara Kobanê ve çû. Kurê min xwedî kesayeteke baş bû. Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû. Kesekî gelek baş bû. Tu carî neheqî qebûl nedikir. Tim li aliyê edaletê bû. Gelek zêde ji hevalên xwe hez dikir û tucarî li ber zilmê serê xwe netewand. Kurê min dixwest ku jiyanek azad û aştiyane bê avakirin. Zilma dewletê tu carî li hember me xilas nebû, hertim berdewam kir. Kurê min piştî tevlî refên azadiyê bû navê xwe kir' Adil Botan'.”   'Destûr nedan em xwînê bidin'   Nebahat, diyar kir ku piştî kurê wê çû tu agahî jê negirtiye û wiha pêl da axaftina xwe: “Di televîzyonê de daxuyanî hat dayîn û em hîn bûn ku kurê min Metîn şehît ketiye. Kurê min di 3’ê Tebaxê de li Herekolê şehît ketiye. Piştî ku me şehateda kurê xwe bihîst em çûn Sêrtê ji bo li cenazeyê kurê xwe bipirsin û teşhîs bikin. Piştî me pirsî  em birin morgê cenaze nîşanê me dan. Lê belê di nav wan cenazeyan de cenazeyê kurê min tune bû. Me xwest ji bo DNA’yê xwînê bidin. Dozger ji me re got pêwîstî bi xwînê tune ye û xwîna me negirtin. Em beriya hefteyekê çûn. Dozger ji me re got ‘ger em cenaze bibînin em ê agahiyê bidin we.’Lê heta niha tu agahî nedane me. Ev du meh derbas bûye jî me hîn cenazeyê kurê xwe nedîtiye.”   '4 cenaze hîn li morgê ne'   Nebahatê, dazanîn ku dema çûye morgê gelek cenazeyên gêrîlayên HPG’ê hebûne û ev tişt got: “Dema ez çûm morga nexweşxaneya Sêrtê ji bo cenazeyê kurê xwe teşhîs bikim 5 cenazeyên dinê jî li wir hebûn. Ji van cenazeyan yek jê jin bû û cenazeyê wê teslîmê malbatê hat kirin. Lê belê 4 cenazeyên dinê jî hebûn. Du cenaze zêde nedihatin naskirin. Lê belê cenazeyê kurê min tune bû.”   'Ji cenazeyên me ditirsin'   Nebahatê di dawiya axaftina xwe de got ew dixwaze cenazeyê kurê wê bê dayîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin cenazeyên me bidin me. Çi ji cenazeyên me dixwazin? Ew ji cenazeyên me jî ditirsin. Bi vî awayî îşkence li cenazeyên me û li me dikin. Bila di demek nêzde cenazeyên zarokên me bidin. Bila êdî bes dilê me dayikan biêşînin.”