Gulîstanê ku ji tenduristiya bavê xwe bi fikar e: Divê girtiyên nexweş bên berdan 2021-10-02 09:04:56   AMED - Reşît Tekdemîr yê 73 salî 4 sal in li Girtîgeha Amedê girtiye, tevî gelek nexweşiyên wî hene nayê dermankirin. Keça wî Gulîstan Albayrak ji rewşa tenduristiya bavê xwe bi fikar e banga serbest berdana bavê xwe û her wiha hemû girtiyên nexweş kir.    Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçin zêde dibin û ev tişt jî bandorê li tenduristiya girtiyan dike. Bi taybetî jî rewşa girtiyên nexweş xeter e. Girtiyê nexweş Reşît Tekdemîr yê 73 salî di sala 2018'an de hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye. Keça wî Gulîstan Albayrak derbarê rewşa bavê xwe de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji çav û gûhên xwe nerehete, ji ber ku nayê dermankirin rewşa wî her diçe giran dibe.    ‘Hîna dermankirina wî neqediyabû hat girtin’   Gulîstanê derbarê rewşa bavê xwe de wiha vegot: “Ji ber nehat dermankirin nexweşî zêde bûn. Gûhê bavê min nabihîze. Alav di gûhê wî de ye. Di yê din de jî tup heye. Berê ji guhên xwe û ji çavê xwe ameliyat bibû. Hîna dermankirina bavê min neqediyabû hat girtin.”   Gulîstanê, destnîşan kir ku bavê min ji sûcê endamtiya rêxistinê hat girtin û axivî: "Bavê min gelek caran di dîrokên cuda cuda de hat binçavkirin û girtin. Gelek caran bi îşkenceyê re rûbirû ma. Tevî bavê min nexweşe bi 7 sal û 6 mehan didarizînin. Tevî ku sûcî wî tunebû hat girtin.”   ‘Doktor eleqeder nabin’   Gulîstanê her wiha destnîşan kir ku baş derman nakin û wiha bi lêv kir: “Bavê min dibin nexweşxanê, lê dermanên doktor didin, bandor nake.  Doktor eleqeyek baş nîşan nadin. Wekê ku ‘sûcek mezin kirine’ nêz dibin.  Ev jî têr nake dema vegerê dikin karantînayê.”   ‘Pêkanînên kêfî’   Gulîstanê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Ji ber binpêkirina mafan, pêkanên kêfî pêk tên.  Dermanên girtiyên nexweş du kat zêde didin. Tevî tupa gûhê bavê min qedyaye, tupê nadinê. Butçeyên ji girtiyan re tên şandin têr nakin. Xwarin nebaşin. Av û ceyrana wan her tim tê birîn.”   ‘Maf tên binpêkirin’   Gulîstanê dawiya axaftina xwe de balkişand ser pêvajoya pandemiyê û wiha dawî lê anî: “Ev du sal in hevdîtinên vekirî hatin qedexekirin. Tenê hevdîtinên girtî tên kirin. Em bavê xwe li pişt camê dibînin. Ev du sal in me bavê xwe hembêz nekiriye. Dîroka hevdîtinan nayê diyarkirin. Em ya ji hevalan yan jî li girtîgehê digerin û fêr dibin. Dayika min ji ber gelek nexweşiyan nikare biçe hevdîtinê. Bi qedexekirina hevdîtinan mafê me tê binpêkirin. Em mafên xwe dixwazin. Bila hevdîtin bên destpêkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan.”