ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2021'Ê 2021-10-02 09:00:00   *Jinên li gundewarên Şêrewayê dijîn bal kişandin ser topbarana dewleta tirk a li ser axa wan û wiha gotin:''Dewleta tirk û çeteyên wê rojane bi obîs û hewanan êrîşî gundên Şêrawayê dikin. Di encamê de gundiyên li gundewarên Şêrawayê jiyana xwe ji dest didin. Dewleta tirk niha jî dixwaze gundên Şerewayê vala bike. Lê belê em ê li berxwe bidin û heta em vegerin Efrînê em ê nesekinin." DÎMEN HEYE   *Li herêma Çelê dema komkirina hêjîran dest pê kir. Di zivistanê de riçala hêjîran li ser sifreyên taştê û hêjîrên hişk kirî jî li ber çayê cih xwe digire. BI DÎMEN    *Reşît Tekdemîr yê 73 salî 4 sal in li Girtîgeha Amedê girtiye, tevî gelek nexweşiyên wî hene nayê dermankirin. Keça wî Gulîstan Albayrak ji rewşa tenduristiya bavê xwe bi fikar e banga serbest berdana bavê xwe û hemû girtiyên nexweş kir. BI DÎMEN    *Aygul Kapikayali da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborîyê ya jinan kooperatîf hatiye avakirin û got:"Gelek jin ji ber derfetên aboriya wan tunebû şîdet didîtin. Ji bo çareseriyê me kooperatîf ava kir. Cihgirtina di hilberînê de, jinê xurt dike." BI DÎMEN    *Dayika Metîn Tekîn (Adil Botan) ê HPG'yî, Nebahat Tetîk anî ziman ku ev du mehin cenazeyê kurê wê nayê teslîmkirin û got: “Çi ji cinazeyên me dixwazin? Ew ji cinazeyên me ditirsin. Bila di demek nêzde cinazeyên zarokên me bidin. Bila bes vê êşê bi me bidin kêşandin.” DÎMEN HEYE   *Behîce Kaya ku 4 meh berê kurê wê di êrîşa hewayî ya li Tendurek a Agiriyê de jiyana xwe ji dest da, hîna cenazeyê kurê xwe negirtiye û da zanîn ku divê demildest cenazeyê kurê wê bê teslîmkirin. DÎMEN HEYE   *Parlamentera HDP'ê Semra Guzel helwesta DEDAŞ'ê ya li hemberî welatiyan şermezar kir û got: "Nezîkatiya DEDAŞ’ê yek ji parçeyek polîtîkayên şer ên taybet e. Ev nêzîkatî li dijî hiqûq û zagonê ye. Li vir tenê welatî dibin mexdûr."DÎMEN HEYE   *Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî hemû cureyên êrîşên wek tacîz, tecawiz, tiryak û fihûşê yên li ser civaka kurd bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” li Hewşa Oztaşê ya navçeya Hezexa Şirnexê dê şahiyek bê lidarxistin. (15.00-18.00)