TJA'yê li Hezexê jin vexwend şahiyê 2021-09-30 14:45:49   ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê, bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye” dê li navçeya Hezexê şahiyek li dar bixin. Jinên TJA'yî li bajarokê Deştadarê ya Hezexê mal bi mal geriyan û jinan vexwendin şahiyê.     Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 2’yê cotmehê de li dijî hemû cureyên êrîşên wek tacîz, tecawiz, tiryak û fihûşê li ser civaka kurd bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” li Hewşa Oztaşê ya navçeya Hezexa Şirnexê saet di navbera 15.00-18.00’an de dê şahiyek li dar bixe.    Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Hezexê li bajarokê Deştadarê ya Hezexê mal bi mal geriyan serdana jinan kirin. TJA bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî", çepik, tilîlî û alên TJA'yê serdana xwe pêk anîn û jinan vexwendin şahiyê.    Aktivîstên TJA'yî dê piştre derbasî taxa Turgut Ozalê ya Hezexê bibin û serdana jinan pêk bînin. Her wiha li Cizîrê jî ji bo vexwendina şahiyê li taxa Dagkapiyê pazar dê bê ziyaretkirin.