Ayşe Acar Başaran: Bi rakirina peymanê mekanîzmayên gilîkirinê bêkêr hatin hiştin 2021-09-30 12:14:27     ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran da zanîn li gor daneyên sûcên li dijî zarok û jinan tenê ji sedî 45 bersûc tên cezakirin û wiha got:"Bi rakirina Peymana Stenbolê mekanîzmayên gilîkirinê bêkêr hatin hiştin."   Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran geşedanên têkildarî rojeva jinê li navenda giştî ya partiya xwe bi civîna çapemeniyê nirxand.    Ayşeyê di nirxandina xwe de bal kişand ser darizandina bersûcên di dozên tundî, destdirêjî û tecawizê de û got li gor daneyên sûcên li dijî zarok û jinan tenê ji sedî 45 bersûc tên cezakirin.    'Diyar e daraz a îktidarê ye'   Ayşeyê bi lêv kir ku ji nêvî zêdetir bersûc piştî sûcê dikin serbest tên berdan û piştre jî sûcê ku kiriye didomînin û wiha pê de çû:"Vana daneyên têkildarî girtinê ne. Em dizanin ku cezakirin di bin vê re ye. Ev tablo nîşan dide ku mêr ji bo çi û baweriya xwe bi kê tîne û van sûcan dikin. Daraza divê bêalî be polîtîkayên li dijî jinê dimeşîne û xwe diyar dike ku daraza îktidarê ye. Hêzên ewlehiyê yên jinên bi dehan caran gilî dikin û li ber çavên zarokên xwe tên kuştin naparêzin û wê demê ne li gel wan in êrişî jinên li Zanîngeha 9 Eylulê rûpoşê Peymana Stenbolê dane ber devê xwe, dikin."   'Gumanbar nehat cezakirin'   Ayşeyê doza ku kujerê Pinar Gultekîn jê tê darizandin jî bi bîr xist û got: "Me di doza ku Cemal Metîn Avci jê tê darizandin de careke din dît ku daraz çawa li gel mêr cih digire. Li gel ku kamera jî nîşan didin Pinar Gultekîn ji aliyê Cemal Metîn Avci ve hatiye qetilkirin hîna jî gûmanbar nehatiye cezakirin.  Daraz ji bo ku gûmanbar ceza bike hîna li benda çi ye gelo?  Ger ku Peymana Stenbolê bi awayekî bi bandor pêk bihata wê Pinar Gultekîn û bi dehan bi sedan jin îro li jiyanê bûna."   'Wê çi ji Ezgiyê bikira?'   Ayşeyê diyar kir ku jin her roj bi tundiya mêr re rûbirû dimînin û wiha berdewam kir:"Her roj îqtîdar ji bo ku jiyanê li jinên muxalîf ên bêdeng namînin teng bike tu tişt namîne ku nake. Duh endama me ya Meclisa Ciwanan Ezgî Orak wekî her carê bi îdaya ku binçav dikin hat revandin.  Li Enqereya ku bûye navenda van bûyerên çetewarî Ezgî Orak hat revandin û bi saetan agahî jê nehat girtin. Piştî bertekên raya giştî hat aşkerakirin ku li navenda polîsan e. Divê rayedarên îqtîdarê 'bersiva pirsa wê çi ji Ezgiyê bikirana' bidin."   Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:   "Armanca çeteyan çi bû?   Du kesên xwe wekî polîs dabûn nasîn di saetên şevê de çûn ber deriyê parlamenter û Cîgira Serokatiya Giştî Tulay Hatimoğullari. Ger Tulayê derî vekira dê çeteyan çi bikirana? Armanca çeteyan çi bû? Divê rayedar û îktidar bersiva van pirsana bidin. Em jin bi van polîtikayên êrişê gavê paşde navêjin. Em ê hesabê vî tiştî bipirsin.    Îktidarê ji bo wargehên cemaatê 173 milyon û 704 hezar butçe veqetand   Îro xwendekar bi gotina 'em cih nabînin' çalakiyê li dar dixin. Îktidarê ji bo wargehên cemaatê 173 milyon û 704 hezar butçe veqetand. Lê belê bûrs û krediya KYK'ê tenê 650 TL ye. Buhayê wargehê yê herî kêm ji 800 TL'yî dest pê dike. Odeyên bê pace û bi kirê ji 900 TL'yî dest pê dike.    Îktidar dewsa van pirsgirêkan çareser bike çi dike?   Jinên di serdema pandemiyê de ji perwerdeya xwe bûn niha cih nabînin. Îktidar dewsa van pirsgirêkan çareser bike çi dike? Bi rêbazên em dizanin terorîze dike. Hûn 650 TL didin xwendekaran piştre jî bi faîzê hûn vî pereyî paşde dixwazin. Tevî vê yekê wekî henekê xwe bi aqilê civakê bikin li New York'ê di ekranên LED de pirtûka nivîsandine didin naskirin.    Jinên kîsek fistiq dineqînin 12 TL dikeve destên wan   Em ji bo xizaniya jinê bikin rojev em dixebitin. Em kampanyaya "Ji Xizaniya Jinê re Na ji bo Jinan Edalet" pêk tînin. Herî dawî em li Dîlokê bûn. Em bi jinên mewîj, gwîz, fisteq dineqandin û beramberê keda xwe nedigirtin hatin gel hevdu. Li hinek cihan jinên kîsek fistiq dineqînin 12 TL dikeve destên wan. Gelek jinên ji sibehê heta êvarî dixebitîn û beramberê keda xwe nedigirtin hevjînê wan tundî li wan dikir. Em dibin şahid ku jin mehkûmî xizaniyê tên kirin. Em ê bi piştevaniyê nehêlin jin xizan bibin. Me roja duşemê deklarasyonek parve kir. Ev deklarasyona banga aştî, demokrasî û edaletê bû. Em wekî HDP'ê li dijî feshkirina Peymana Stenbolê, li dijî kesên sîstema me ya hevserokatiyê wekî sûc dibîne hatin gel hevdu.    Em bi yên sîstema yekperest diparêzin nayên gel hevdu   Jin ji pêkanînên tifaqa AKP û MHP'ê ne razîne. Em bi yên sîstema yekperest diparêzin nayên gel hevdu. Wekî di deklarasyonê de jî gotiye jin wekhevî û azadiyê dixwazin. Em bang li jinan dikin bila ne tifaqa mêr piştevaniya jinê bi ser bikeve. Em bi hev re bi ser bikevin. Eniya li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk e di heman demê de li dijî destkeftiyên jinan jî disekine. Lê belê roja me got hevserokatî xeta me ya xemrî ye em dîsa dibêjin em ê bi biryar bin. Jinê bêdeng nemînin û li dijî zihniyeta yekperest li berxwe bidin.    'Me bi deklerasyonê rê nîşanî kesên pêşeroja ronî dixwazin da'   Me wekî HDP'ê li gel hewldanên tasfiyekirinê, xwest ku em deklere bikin  ji bo pêşeroja Tirkiye û gelê xwe berpirsiyariyê digirin.  Helet bi vê deklerasyonê re me rêya xwe siyasî û pêşniyarên xwe aşkera kirin. Me bi vê deklerasyonê re pêşniyarên xwe diyar kirin û nêzîkatiya xwe ya li hemberî pirsgirêkên bingehîn diyar kir. Em bawer in ku bi vê deklerasyonê re nîşanî kesê rê nîşanî ku ji bo Tirkiyeyê pêşerojeke ronî dixwazin da. Ev banga me di serî de ji bo civaka Tirkiyeyê yê; ji bo jinan, ciwan, xizan, kedkar û kesên ku demokrasî û azadiyê dixwazin e.    Şert û merc çareserkirinê li Tirkiyeyê ferz dikin   Ji roja ku me me belgeya sekna xwe diyar kiriye eleqeyeke mezin jê re hat nîşandan û ev me kêfxweş dike.  Belgeya ku sekna me nîşan dide di nava civaka Tirkiyeyê de deng veda.  Em dizanin ku wê ev hemû xizmeta çareseriyê bikin. Ji ber ku em daxwaza civakê ya çareseriyê dibînin û em dizanin ku wê belgeya me li Tirkiyeyê rê li ber çareseriyê veke.  Şert û merc çareserkirinê li Tirkiyeyê ferz dikin. Kesên ku vê belgeya me ji nedîtî ve bên û bi berpirsiyarî ne nirxînin wê nikaribin di warê pêşeroja Tirkiyeyê de bibin xwedî gotin.    Em ê dest ji çareserkirinê bernedin   Li Tirkiyeyê dem dema çareserkirina pirsgirêkên bingehîn e. Planên neçareseriyê û kaos zararê didin Tirkiyeyê, lê zû an jî dereng wê xwediyên van polîtîkayên neçareserkirinê jî bibin qurana van polîtîkayên xwe. Dûrketina AKP -MHP'ê ji civakê û têkçûna wan jî nîşaneya vê ye.  Me di hin helwetên li hemberî deklerasyona xwe de dît ku, hin alî ji hêza me ya çareseriyê û ji sekna me aciz in; hîna ji kaos û şer pêşerojê hêvî dikin. Li vir tişta ku em ji kesên vê siyasetê dimeşînin re bibêjin heye. Ev polîtîkayên we yên neçareseriyê roj bi roj wê ji civakê dûr dixe û têk dibe. Ev jî nîşan dide ku deklerasyona me çiqasî bi bandor e. Ev kesên ku neçareseriyê ferz dikin bila bizanibin ku çi dikin bila bikin em dest ji helwesta xwe ya ku tirkiyeyê ber bi ronahiyê ve bidin bernedin û dest ji biryarbûna xwe ya çareseriyê bernadin.   Bi têkoşîna jinan a hevpar em ê pêşerojeke ronî ava bikin    5-6 sal in em li dijî hemû polîtîkayên êrîşkar li ser piyan man. Di rojên pêş de jî ji bo ku em çareseriyê pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Me ji vir rêgezên xwe û rêya xwe diyar kir û wê ev polîtîka di  rojevê de jî bimînin û bên niqaşkirin. Em di vî warî de rexne û pêşniyarên bi dostanî jî girîng dibînin. Wê ev têkoşîna me bi hêztir bikin. Em bawer dikin ku di rojên pêş de bi têkoşîna hevpar a jinan em ê pêşerojeke ronî ava bikin."