Yek jê jin cenazeyê 2 HPG'yiyan li Wanê hatin definkirin 2021-09-30 11:22:43   VAN - Cenazeyê Yucel Yildiz û Vedat Oklu ku di pevçûneke li Herêma Bestayê de jiyana xwe ji dest dan li Wanê haitn definkirin.   Li Herêma Bestayê ya Şirnexê di 8'ê Nîsanê de di pevçûneke ku derket de 5 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatên ku agahî girtin hatin Şirnexê û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji bo testa DNA'yê xwîn dan. Piştî bi 6 mehan ku encama testê diyar bû Yucel Yildiz a HPG'yî (Hebûn Zozan) û Oklu (Tolhildan Zêwkî) cenazeyê wan teslîmî malbatên wan hat kirin. Malbatan cenaze ji Goristana Bêkesan a Şirnexê wergirtin.     Cenazeyê Yucel Yildiz li ser milên jinan li gundê Exsê yê bi ser Geliyê Zîlan ê  Erdîşê û yê Vedat Oklu jî li  Goristana Selahattîn Eyyubî ya li taxa Xaçorta Wanê hatin definkirin.