Li Kerkûkê di hefteyekê de herî kêm du jin xwe dikujin 2021-09-30 11:21:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Ofîsa Kerkûkê ya Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê ragihand di 6 mehên pêşî yên salê de 50 jinan mecbûr hatine hiştin xwe bikujin û 286 rûdanên tundiyê çêbûne.   Rêxistinên mafê mirovan li ser mijara ku li Iraqê û Başûrê Kurdistanê tundî û zexta li ser jinan zêde bûye, hişyariyê didin. Li gorî Ofîsa Kerkûkê ya Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê tenê li Kerkûkê di nav 6 mehan de bi kêmanî 50 jinan xwe kuştiye û 286 rûdanên tundiyê çêbûne. Ev tê maneya ku her hefteyê 2 jin xwe dikujin û 11 rûdanên tundiyê çêdibin.   Li Kerkûkê sala 2019'an 89 jin û 17 jê mêr 106 rûdanên tundiyê çêbûye.   Komîsyonê diyar kir ji bo jinên ku tundî li wan tên kirin stargeh nînin û ev problem li Bexda û Herêma Kurdistanê ya Federa jî diqewime.    Li gorî raporê piranî jinên di ser 25 salî re bi rêya çekê xwe dikujin. Serokê Ofîsê ya Kerkûkê got wan rêveberiya Kerkûkê û saziyên têkildar agahdar kirine da ku çareyek were dîtin.   Her wiha Saziya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jin û Malbatê ya Başûrê Kurdistanê 28'ê îlonê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di mehên tîrmeh û tebaxê de 4 jin hatine kuştin, 8 jinan xwe kuştiye û 7 jinan xwe şewitandine.