ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2021'Ê 2021-09-30 09:00:00   *Ji Rêveberiya Radyoya Star FM'ê Lîlav Hesen di derbarê berfirehbûna weşana Radyoya Star FM'ê de diyar kir ku ew dibin dengê jinan û wiha got:"Star FM ku dengê jin û jiyanê ye, bi berfirehkirina weşana xwe gaveke baş diavêje. Star FM dê têkoşîna jinan ên ku bi hezaran salan hatine xwestin bên tunekirin bi her kesî bide naskirin. Star FM dibe dengê jinên Rojavayê Kurdistanê."DÎMEN HEYE   *Endama Meclîsa Ciwanên HDP’yê ya Êlîhê Tuba Çelîk destnîşan kir ku daxwaza dewletê şikandina dînamîzma ciwan û jinên ciwan e û got: “Bi vê kampanyayê em hedef dikin ku polîtîkayên qirêj ên li ser ciwanan teşhîr bikin. Bi rêxistinî em ê li hemberî her cûreyên polîtîkayên şer ên taybet têbikoşin." BI DÎMEN    *Rewşenbîran deklerasyona HDP’ê nirxandin û diyar kirin ku deklerasyon bi hêviye û wiha gotin: “Partiyên muxalefetê ji deriyê ku HDP’ê vekiriye derbas bibin, destê dirêj kirine, bigirin wê ji bo çareseriya sereke ya Tirkiyeyê derfet ava bibe.”   *Li Girtîgeha 2'yemîn a Tîpa F ya Kiriklara Buca li koguş û hawadariyê kamera hatin bicihkirin. Girtiyê bi navê Firat Yagmekan ji ber ku bertek nîşanî rayedarên girtîgehê da derbarê wî de doz hat vekirin. Dayika wî Sultan Yagmekan, da zanîn ku rêbazeke îşkenceyê ye û ne tenê malbat divê herkes bertekê nîşan bide. BI DÎMEN    *Xizmên girtiyan diyar kirin ku divê dawî li binpêkirina mafan bê û girtiyên nexweş demildest bên berdan.   BI DÎMEN   *Jinên karkerên çandiniyê yên li baxçeyên hinaran dixebitin wiha dibêjin: “Em çi jî bikin keda me nayê dîtin. Em tên baxçe di nav diriyan de dixebitin. Wekê din çareya me tune ye.”