Çalakiya 'Nobeta Edaletê' 205 roj in didome 2021-09-29 13:38:18   RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 205 roj in didome. Malbatê îro ev peyam da: "Heta edalet pêk bê em ê li ber deriyê Edliyeya Rihayê bin."    Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parêstvanên parlamenterê AKP'ê êtîşî malbata Şenyaşar kiribûn û hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne û lawê xwe Ferît ê ku ji komkujiyê bi birîndarî rizgar bû li dijî vê dijhiqûqiyê ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn û nobeta wan di roja 205'emîn de berdewam dike.   Malbata Şenyaşar li ser medyaya dijîtal îro ev peyam da: "Têkoşîna me ya edaletê bi rojan, hefteyan, mehan, demsalan û bi salan dom kir. Heta emrê me têr bike û heta edalet pêk bê em ê li ber deriyê Edliyeya Rihayê bin."