‘Tevî xeteriya reşkirina delîlan gumanbar hatin berdan’ 2021-09-29 09:14:36   Melîke Aydin   MUGLA - Cemal Metîn Avci yê Pinar Gultekîn qetil kir û 4 gumanbarên din yên ji sûcê ‘reşkirina delîlan’ dihatin darizandin, runiştina wan  pêk hat. Serpîl Kemalbay ya HDP’î der barê dozê de diyar kir ku hewcedarî bi darizandinek adîlane heye. Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Muglayê Macîde Keskîn jî bi lêv kir ku tevî xeteriya ku delîl dikarin bên reşkirinê, gumanbar hatine berdan.   Li navçeya Ula ya Muglayê di 16’ê Tîrmeha 2020’an de xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn winda bû û di 21’ê Tîrmeha 2020’an de cenazeyê wê hat dîtin.  Doza ku gumanbarê kuştina wê Cemal Metîn Avci jê dihat darizandin 6’emîn runiştina wê di 27’ê îlonê de hat kirin. Di runiştina li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Muglayê hat dîtin de, dosya ku bavê gumanbar Selîm Avci, dayika wî  Ayten Avci, hevkarê wî Şukru Gokhan Orhan û jina dest jê berdabû Eda Karagun ji sûcê ‘reşkirina delîlan’ berat kiribûn.    Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Seroka Komeleya Piştevanî û Şêwirmendiya Jinan a Muglayê  parêzer Macîde Keskîn der barê runiştinê de nirxandin kirin.   ‘Dadgeh ne adîl bû’   Serpîl Kemalbay da zanîn ku der barê Pinar bi îşkencê hatiye qetilkirinê de rapora ATK’ê heye û divê doz bi awayekî adîlane bihata biencamkirin û got: “Di runiştinên berê de hat gotin ku hewce bi darizandina gumanbaran tune ye. Herî dawî serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê hat dayîn û ev kes hatin vir. Îfadeyên wan bi naqok bûn. Der barê reşkirina delîlên qetilkirinê de jî hinek tişt hebûn. Dê û bavê Pinarê neçar man van guhdar bikin.Dayika Pinarê piştî vê got ‘hun hemû kujerin’ û salon terk kir û ew rakirin nexweşxanê.”   'Tevî xeteriya reşkirina delîlan hatin berdan'   Serpîlê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê 4 gumanbar bên darizandin û ev îfade bikaranîn: “Ji bo gumanbar biparêzin çûne cihê bûyerê û bi parêzeran re hewl dane delîlan reş bikin. Ev hemû divê derkevin holê.  Daxsaza bila gumanbar bên girtin hat  redkirin. Dema mirov li tevgerên gumanbar Cemal Metîn Avci dinêre, nerehetiyeke wijdanî tunebû. Gumanbar di runiştinê de derket ji parêzeran re got ‘we jiyana min reş kir’. Kesê ku mirovekê bi çavsorî qetil dike, divê nikaribe tiştek wisa bêje. Lê em li dadgehê bi vê re tên rû hev. Ji ber vê jî aliyê me yê ku gumanbar tenê ev sûc nekiriye, xurt dibe. Ji ber vê darizandineke bi bandor pêwist e.”    ‘Hewl dan kesên rûnştin dişopandin krîmînalîze bikin’   Serpîlê anî ziman ku Komeleya Piştevaya Jinan a Muglayê û Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Muglayê negirtine dadgehê û kesên runiştin dişopandin ji aliyê parêzerên gumanbar ve hewl hatiye dayîn ku bên krîmînalîzekirin û ev tişt daxuyand: “Em ji bo ku doz bi awayekî baş bê encamkirin li wir bûn. Ji bo pergala serdest ya mêr em li wir bûn. Yên alîkarî dane gumanbar divê bên darizandin. Divê pergala edeletê ya baweriyê dide jinan hebe û demildest ji feshkirina Peymana Stenbolê vegerin. Em di 1’ê Mijdarê de dîsa li vir in.”   ‘Doz bi rapora ATK’ê guherî’   Seroka Komeleya Piştevanî û Şêwirmendiya Jinan a Muglayê ku tevlibûna wan a dozê hat redkirin, Macîde Keskîn jî diyar kir ku pêşketina dozê bi rapora ATK’ê guheriye û parêzerên gumanbar, îtîrazê her pirsa parêzerên malbata Pinarê kirine û ev tişt vegot: “Tevî hemû geşedanan biryara darizandina gumanbaran a serbest dan. Di îfadeyên gumanbaran de naqokî hene. Pirs derketin pêş lê heyeta dadgehê biryara nedarizandina serbest da. Daxwaza me ya tevlibûnê hat redkirin. Ne tenê mexdur hemû jin zirarê dibînin. Her carê daxwaza me hat redkirin. Her çiqas bê redkirin em ê runiştinê bişopînin. Ji ber em edeletê dixwazin, em naxwazin bimrin.”