‘Em ê bi têkoşînê tecrîdê bişkînin’ 2021-09-29 09:11:25   ENQERE - Jin der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, axivîn û diyar kirin ku hemû gel di bin tecrîdê de  ye û wê bi têkoşîna xwe tecrîdê bişkînin.   Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Oalan didome û di serî de li girtîgehan, welat, Rojhilata Navîn û welatên Ewropa li dijî tecrîdê çalakî didomin. Girtiyên PKK û PAJK’ê  di 27’ê Mijdarê de dest bi hrevê kiribûn û çalakî di 12’ê îlonê de bidawî kiribûn.    Jinên siyastmedar der barê tecrîdê de axivîn û diyar kirin ku tecrîd li hemû civakê belav bûye û wê bi têkoşînê tecrîdê bişkînin.   ‘Civak di bin tecrîdê de ye’   Hevşaredara HDP'ê ya Sîlopiyê Adalet Fîdan diyar kir ku civak hemû di bin tecrîdê de ye û civak bi awayekî azad nikare xwe îfade bike û zimanê xwe bi kar bîne û daxwaza perwerda zimanê dayikê ji kurdî nayê ziman. Adaletê got: “Em di pêvajoyeke ku tacîz, tecawiz û şîdet tê rewakirin re derbas dibin. Bi vê dixwazin îradeya gel teslîm bigirin. Divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Divê Gelê Kurd xwe bi zimanê xwe îfade bike. Divê gel bi nasnameya xwe bê nasîn.  Lê desthilatdarî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere.”   ‘Ez tecrîdê ji kûrahî hîs dikim’   Endama Meclîsa Şaredariya Peyasê Nevîn Oyman jî destnîşan kir ku hemû gel di bin tecrîdê de ne û bi taybet jin û ciwan di bin tecrîdê de ne û ev tişt bi lêv kir: “Em tecrîdê ji kûrahî hîs dikin. Em hatine asta ku nikarin biaxivin. Ev jî giranbûna tecrîdê nîşan dide. Kes naxwaze biaxive. Ez xwe azad hîs nakim. Her tim di bin zextê de hîs dikim. Feshkirina peyamana Stenbolê jî tecrîd e.”   ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’   Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu jî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got tecrîda li ser Abdullah Oclan bandor li ser hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê kiriye û got: “Bi tecrîdê dixwazin pêşî li jiyan û fikrên azad bigirin. Bêguman herî zêde tecrîd bandorê li ser Kurdan dike. Tecrîd pêşiya her tiştî digire. Bandorê li ser aborî, siyast, jiyanê dike. Divê her kes bi hişmendî û rêxistinkirî li dijî tecrîdê bisekine.”   ‘Em ê bi têkoşînê tecrîdê bişkînin’   Endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Şukran Çelebî jî bal kişand ser polîtîkayên ku îradeya jinan, civakê û gelan nas nake û wiha dawî lê anî: “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî polîtîkayên yekparêz paradîgma pêş xist. Fikra demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê li Rojhilata Navîn pêş xist. Mirovan xwe di vê ferasetê de dîtin. Mirovan di vê jiyanê de jiyana wekhev û birumet dîtin. Desthilatdariyê ev paradîgma ji xwe re wek tehdîd dît. Ev têkoşîn wê dawî li vê pergale bîne. Em ê tecrîdê bi têkoşîna xwe têk bibin.”