ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2021'Ê 2021-09-29 09:00:00   ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2021'Ê   *Jinên hunermend ên kurd li dijî êrişên li ser Mexmûr, Şengal û qadên Parastina Medyayê pêk tên bi yek dengî bang kirin û gotin destên xwe yên qirêj ji Kurdistanê bikişînin. Her wiha jinan bal kişandin ser girîngiya yekîtiya gelê kurd û wiha gotin:"Pêwîst e kurd bi yekîtiya xwe van êrişana vala derxin."   *Parezêran bal kişandin li ser çalakiya "Nobeta Edaletê" a malbata Şenyaşar û destnîşan kirin ku têkoşîna malbata Şenyaşar ji bo pêkanîna edaletê wek sembolekê ye û gotin: “Bûyera malbata Şenyaşar li ser darazê mohrekê reş e. Em jî wek parêzêran doza malbata Şenyaşar gelek girîngî didin û xwedî lê diderdikevin." BI DÎMEN    *Girtiyên ku tevî rapora nexweşxaneyê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’, bi raporên ATK’ê yên ‘dikarin girtî bimînin’ nayên berdan, rewşa wan giran e. Têkildarî mijarê Nûnera Qada Tenduristiya Girtîgehê ya CÎSST'ê Begum Bîlgîler wiha got: “Lêkolîneke ku mafê kes li ber çavan digire nayê kirin. Biryarên lez tên girtin. Girtî rastî pêkanînên dijmirovahî tên.”   *Jin der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, axivîn û diyar kirin ku hemû gel di bin tecrîdê de  ye û wê bi têkoşîna xwe tecrîdê bişkînin. DÎMEN HEYE   *Cemal Metîn Avci yê Pinar Gultekîn qetil kir û 4 gumanbarên din yên ji sûcê ‘reşkirina delîlan’ dihatin darizandin, runiştina wan  pêk hat. Serpîl Kemalbay ya HDP’î der barê dozê de diyar kir ku hewcedarî bi darizandinek adîlane heye. Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Muglayê Macîde Keskîn jî bi lêv kir ku tevî xeteriya ku delîl dikarin bên reşkirinê, gumanbar hatine berdan. DÎMEN HEYE   *TJA û Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê, bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye” dê li navçeya Hezexê şahiyek li dar bixin. Hevşaredara Hezexê ya HDP'ê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songûl Erden, bang li hemû jinên Botanê kir ku tevli şahiyê bibin. DÎMEN HEYE   *Duwemin Doza Osman Çurê ku tecawuzê biraziyê xwe Z.Ç  kiriye di 2 emın dadgeha bilind ya Mêrdînê de tê dîtin. (9.30)