HDP'ê êrişa li ser Tulay Hatimogullari şermezar kir 2021-09-28 15:35:30   EDENE - Rêxistina HDP'ê ya Amedê hewildana êrişa li ser Parlamentera HDP'ê Tulay Hatimogullari şermezar kir.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê hewildana êrişa li ser Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari şermezar kir.   Di daxuyaniya bi îmzeya Hevserokên HDP'ê yên Edeneyê Gulseren Tural û Mehmet Karakiş hat weşandin de wiha hat gotin:"Ev hewildana êrişê wêneyê siyasî yê Tirkiyeyê ye. Ev encama zimanê jehrkirî yê li dijî HDP'ê û aliyên mûxalîf tê bikaranîn e. Em dibêjin bila ev bûyer demildest bê zelalkirin û em ji rayedaran li hêviya daxuyaniyekê ye. Li her derê bajêr kamerayên MOBESSE'yê hene loma em dibêjin emniyet di warê teşhîrkirina van kesan de dê zehmetiyê nekişîne. Ev lîstik ne tenê bi du kesan ve girêdayî ye û ev lîstikeke talûke ye. Em ê bi vê lîstikê neyên xapandin û em ê di têkoşîna xwe de bi israr bin."