Namzetên jin ên Iraqê: Em ê li parlamentoyê modelek nû ava bikin 2021-09-28 12:25:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Di 10’ê cotmehê de li Iraqê hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê tê lidarxistin. Namzetên serbixwe û yên partiyan ji bo hilbijartinê zend û bendê xwe girêdan. 951 namzetên jin jî hewl didin ku di parlamentoyê de bibin dengê jin û gelê xwe.    Li Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê dê di 10’ê cotmehê de hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê pêk were. Li Iraqê di cotmeha sala 2019'an de ji ber ji ber aloziya siyasî û protestoyên gel hikûmeta bi serokatiya Adil Ebdilmehdî îstifa kiribû. Serokê Servîsa Îstixbaratê ya Iraqê Mistefa El-Kazimî hikûmeteke nû ava kir.    Li Iraqê 167 partiyên siyasî û kom hene û 3 hezar û 249 namzed di vê hilbijartinê da wê têbikoşin. Li herêma Federal a Kurdistanê dê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) wê bi 4 namzetên serbixwe tevlî hilbijartinê bibin û her wiha 3 namzetên wan jî jin in. Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî (PADÊ) jî bi namzetê xwe Semîr Şêx Derwîş tevlî hilbijartinê dibin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi tena serê xwe û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê jî wê bi hev rê beşdarî hilbijartinê bibin.   Di sala 2003'yan de ji bo jinan kota...   Di nav 3 hezar û 249 namzetan 951 jî jin in. Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê ji bo hilbijartinê bûye 83 herêm û tê payîn ku herî kêm 83 jin bibin parlamenter.    Ji sala 1925'an heta sala 1980'ê tu carî di parlamentoya Iraqê de jin cih negirtiye. Pişt re ji bo jinan mafê namzetiya Meclîsa Netewî û parlamenteriyê hat dayîn. Di sala 2003'yan de ji hêla hikûmeta Iraqê ve makeqanûn ji bo kotaya jinan hat sererastkirin, li gorî kotayê jî divê hejmar ji sedî 25'ê derbastir neke. Piştî pergala kotayê di sala 2005'an de ji 275 kursiyan jin 70 kursî bi dest xistin. Di sala 2010'an de ji 325 kursiyan jinan 83 kursî bi dest xistin. Di sala 2014'an de 83 jin bûn parlamenter û bi taybetî jî 22 namzet bê kota ketin parlamentoyê. Her wiha di sala 2018'an de jî jinan 84 kursî bi destxistin, hîn namzet bi kotayê û hin namzet jî bê kota bi ser ketin.    Her wiha li gel parlamenteriyê jin di wezaretan de jî cih xwe girtin. Di salên 2004- 2005'an de 6 jin bûn wezîr, cara yekem û cara dawiyê ewqas jin bûn wezîr. Di salên 2005- 2006'an de 5 jin, di salên 2006-2010'an de 3 jin, 2010-2014'an de 2 jin, di salên 2014- 2018'an de jî 2 jin û herî dawiyê jî di sala 2020'de jî tenê jinek bû wezîr.    Jin dixwazin bibin dengê gelê xwe    Jin îsal ligel her cureyên zext û zordariyê hewldidin ku di qada siyasetê de cih bigirin. Partiyên ku namezên xwe diyar kirin niha gund bi gund, tax bi tax xebatên hilbijartinê didomînin. Bi taybetî jî ji bo partiyên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê hilbijartineke girîng e. Ligel evqas geşedanên siyasî namzetên herêmê dixwazin bibin dengê gelê xwe.    Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bernameya xwe ya ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê rojên borî eşkere kiribû. Diyar kiribû ku wê bi 4 namzetên serbixwe tevlî hilbijartinê bibin. Ji 4 namzetan 3 namzet jin in.    Ronak Mecîd Fetah a ku namzeta Tegera Azadî ye di sala 1967’an de ji dayik bûye, zanîngeh qetandiye û li Silêmaniyê dijî. Namzeta herêma 2'yem a parêzgeha Silêmaniyê ye.    Yusra Receb Kemar, di sala 1977’an de ji dayik bûye, ji beşa yasayê xwendiyê û mastira dîplomasiyê dike. Niha jî parlamentera Iraqê ye. Namzeta hejmara 23 ya herêma 5'an a parêzgeha Silêmaniyê ye.   Şirîn Ebdullah Mihemed, di sala 1978’an de li Kerkûkê ji dayik bûye, beşa yasayê temam kiriye û parêzvana mafê jinan dike. Namzeta hejmara 33'yê ya herêma 1'an a parêzgeha Kerkûkê ye.   Xelkê Kerkûkê soza serxistinê dan Şirîn Ebdullah     Namzeta Serbixe Şirîn Ebdullah, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana xelkê Kerkûkê. Şirîn, di serdanên xwe yên karker, dukandar û welatiyên nava bazarê de bal kişand ser girîngiya hilbijartinê. Şirîn bi dilgermî tê pêşwazîkirin.    Xebatên Ronak Mecîd didomin    Ronak Mecîd, xebatên xwe yên ji bo hilbijartina parlementoya Iraqê didomîne. Mecîd ji gel re got: “Em ê li parlamentoya Iraqê hewil bidin modelek nû ji bo nûnertiya rasteqîn ku bikare xwestekên civakê pêkbîne bi pêşxin.” Ronak di xebatên xwe de behsa plan û projeyên xwe yên pêşerojê ji gel re dike û piştgiriya welatiyan dixwaze.    Li Şengalê xebat didomin   Her wiha xebatên namzetê PADÊ jî be navber didomin. Namzet Şêx Semîr Derwêş li gund, tax û bazarên Şengalê digere û xelkê bajêr guhdar dike. Namzetê PADÊ Semîr Derwêş ji gel re behsa girîngiya bikaranîna deng kir û xwest her kes biçe ser sindoqan, dengê xwe bikarbînin. Semîr xwest Êzidî xwedî li dengê xwe û xwe derkevin. Xebatên Şêx Semîr dewam dikin.