Ji ber rûpoşên Peymana Stenbolê êrişî jinan hat kirin 2021-09-28 11:39:36   ÎZMÎR - Di merasîma mezûniyetê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê de hêzên ewlehiya taybet êrişî jinên rûpoşa Peymana Stenbolê dabûn ber devê xwe kirin.    Di merasîma mezûniyetê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê ya do de hêzên ewlehiya taybet êrişî jinên rûpoşa #İstanbulSözleşmesi (Peymana Stenbolê) dabûn ber devê xwe kirin. Yên alên LGBTİ+ ve Bi+ vekirin jî lêdan xwarin.    Welatiyên beşdarî merasîme bûbûn bertek nîşanî êrîşê dan.