Li Hesekê qutkirina ava Dîcle û Firatê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hat nîqaşkirin 2021-09-28 11:11:12   HESEKÊ - Beşdarên di Komxebata Avê ya Navneteweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li ser qutkirina ava Dîcle û Firatê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve nîqaş kirin dan zanîn ev polîtîkaya ji şer talûketir e û gotin hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin.    Komxebata Avê ya Navneteweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Hesekê bi beşdariya 300 delegeyan hat lidarxistin di roja duyem de didome. Do di beşa yekem a komxebatê de li ser 4 serenavên wekî çem, çemên navneteweyî, aliyên aborî û siyasî yên qeyrana ava li herêmê  hat sekinandin.    Beşdaran di beşa sêyemîn a Komxebata Navneteweyî ya Avê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dan zanîn ku qutkirina ava çeman a li ser Sûriye û Iraqê êrişek nû ya li ser her du welatan e. Her wiha hat gotin ev ji cureyên xeter ên şer in û armanc jî siyasî ye.   Şerê avê û nakokiyên navneteweyî yên li Sûriye û Iraqê û azarên her du weletan ên ji ber qutkirina avê y ji hêla dewleta tirk ve di beşa sêyemîn a Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin nîqaşkirin.   Di beşa sêyemîn de mamosteyê zanista siyasî û qanûna giştî Muxtar El-Xebaşî yê ji Misirê bi rêya zoomê tevli komxebatê bû, her wiha ji Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî Rouillion, damezrîner û gerînendeyê rêxistina Corner House, Nicholas Heald Yard jî tevli vê beşê bûn.   Beşdaran dan zanîn ku şerê avê û bikaranîna wê di nakokiyên navneteweyî de pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê kûrtir kirin, dibe ku bibe çavkaniya nakokiyên di navbera welat û hikumetan de û dê bibe sedema sereke ya şerên di navbera civakan de. Her wiha dê şaristanî û çandên mirovahiyê têk bibe.   Beşdaran bal kişandin ser şerê avê ku dewleta tirk li dijî dewletên cîran dimeşîne û gotin: "Dewleta tirk çemên Dicle û Firatê wekî zextê bi kar tîne da ku armancên xwe yên siyasî pêk bîne û xwe wek hêmanekî bi hêz li ser her du welatan ferz bike. Di heman demê de ji bo berjewendiyên xwe pêk bîne û li dijî kurdan bide şerkirin. Nakokiyên pêşerojê jî girêdayî berjewendiyên siyasî yên Tirkiye, Etiyopya û Îsraîlê ne ku ew Dicle, Firat û bendava Nehdayê kontrol dikin."   Beşdaran anîn ziman ku piraniya bendavên li ser çemên Firat û Dicleyê ku hejmara wan 22 bendav in bi xwe re ziwabûne li Sûriye û Iraqê anî û armanc jê jî depokirina avê ye û bi wê şerê Sûriye û Iraqê bike, da ku li ser desthilatê bimîne û herêmê bi hêsanî kontrol bike.   Her wiha Beşdaran gotin avakirina bendan a ji hêla dewleta tirk ve, dê bi xwe re gelek nakokiyan li herêmê bîne, di serî de jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dê rasterast bandorê li ewlehiya mirovan bike.   Beşdaran diyar kirin ku ew bendav xeteriyeke rasteqîn û mezin li ser Sûriye û Iraqê çêdikin û wiha gotin: "Dewleta tirk bi kêmkirina rêya avê peymanên ku îmze kirine, binpê dike. Qutkirina ava çeman a li ser Sûriye û Iraqê li gel êrişên leşkerî, êrişeke li ser her du welatan e û ew yek jî ji xetertirîn cureyên şeran e. Ji ber ku gelek bandorên wê hene û dê bi demên dirêj rûbirûyî civakê bin."   Her wiha da zanîn ku tu cudahî di navbera parastina ewlehiya avê û ewlehiya mirovî de tune ye û wiha hat domandin:"Di dîrokê de her tim welat û gelên ku av û enerjiyên wan hevpar bin dibin qurbanê nakokiyên siyasî û leşkerî yên desthilatên wan."   Roja duyem a komxebatê   Di roja duyemîn a Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî dê 2 mijarên sereke werin nirxandin.   Di roja duyemîn a Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku bi sponseriya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê bi tevlêbûna Zanîngeha Rojava û Navenda Lêkolînan a Firatê li dar ketiye, dê bandorên hawîrdorê yên li ser aloziya avê werin nîqaşkirin.   Do komxebatê dest pê kiribû da ku rewşa avê ya li herêmê, kêmbûna jêderên wê û kontrola dewletan a li ser jêderên avê werin nîqaşkirin.   Li gorî komîteya amadekar, armanca lidarxistina komxebatê ew e ku balê bikişînin ser lihevkirin û qanûnên navneteweyî yên têkildarî avê, siyaseta herêmî, şerê keysbaziya jêderên avê, bikaranîna wê di nakokiyên siyasî û aborî de û xetere û astengiyên ku ji ber van mijaran li pêşiya ewlehiya avê, pêkanîna ewlehiyê û pêşketineke domdar a avê ya li herêmê derdikevin, dê werin nîqaşkirin.   Dê komxebata bi nîqaşên îro bi dawî bibe. Tê payin piştî komxebatê encamname bê eşkerekirin.