Emîne Kaya: Em ê di 16’ê cotmehê de li Qada Îstasyonê bin 2021-09-28 09:05:23   Sema Çaglak   AMED - Dê di 16'ê cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga jinan bê lidarxistin. Aktîvîsta TJA’ê Emîne Kaya banga tevlîbûna mîtîngê li jinan kir û got: "Li herêm û Tirkiyeyê li hemberî têkoşîn û azadiya jinê şerekê heye. Bi taybetî jî jinên berxwedêr hedef tên girtin. Lê em ê li dijî rewşa xeter a li hemberî jinan li qadan bibin yek."    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di 16'ê cotmehê de bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Amedê mîtînga herêmê li dar bixin. Amedekariyên ji bo mîtîngê didomin. Li bajaran jin gund bi gund tax bi tax digerin û behsa armanca mîtînga xwe dikin û derbarê geşedanên siyasî de jinan agahdar dikin. Aktîvîsta TJA’ê Emîne Kaya ji ajansa me re behsa rewşa jinên herêmî û Tirkiyeyê kir û banga tevlîbûna mîtîngê kir.    ‘Li hemberî azadiya jinê şerek heye’   Emîne, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qirkirina jinê û got: "Hejmara kuştina jinê derketiye asta herî jor. Li hemberî kuştina jinê êdî bêdengî û bêhelwestbûn nayê qebûlkirin. Êdî ew rewş bi bêdengî an jî bê helwestbûnê nayê çareserkirin. Lewra ji bo ku kuştina jinên bêtir bê dîtin û gel bêtir lê agahdar bibe em mîtîngê li dar dixin. Em ê di mîtîngê de bêjîn ji êrîş û qirkirina jinê re êdî bes e! Her wiha li gel şîdeta li hemberî jinê kuştina jinê, kujer û êrişkarên mêr nayên parastin. Bi taybetî li Tirkiye û herêmê rewşa jinan diyar e. Jixwe li Tirkiyeyê qanûn ji bo parastina jiyana jinê û ji bo ewlehiya jinê nayê derxistin. Li Tirkiyeyê jin di rewşeke xeter de dijîn. Li hemberî azadiya jinê şerek heye."    ‘Jinên berxwedêr hedef tên girtin’   Emîne destnîşan kir ku bi taybetî jinên berxwedêr hedef tên girtin û wiha bi lêv kir: "Di heman demê de li dijî van zext û êrîşên li hemberî jinan têkoşîn û berxwedanek jî heye. Lê belê desthilatdar jina berxwedêr ji bo xwe metirsiyeke dibîne û dixwaze wan biçewisîne. Ji ber wê jinên ku mafên xwe û azadiyê diparêzin hedef tên girtin. Ji bo mînak gava em daxuyaniyek ji bo çapemeniyê bidin girseya me dorpêç dikin an jî bi operasyonên siyasî ew jin tên binçavkirin û piştre jî tên girtin. Ji girtina jinan desthîlatdarî xwe mafdar dibîne, xebat û têkoşîna jinan îllegalîze dike û nêrîna ku jin sûcdar e li pêş dixe."   'Divê li hemberî herêman cudakarî neyê kirin'   Emîne di berdewamiya axaftina xwe de bal kişan ser cudakariya ku li herêm û Tirkiyeyê tê kirin û wiha axivî: "Li her aliyê Tirkiyeyê destdirêjiya li hemberî jinê zêde dibe. Lê tiştek balkêş heye ku dema bûyerên bi vî rengî li Tirkiyeyê diqewimin bertekên mezin pêk tê, lê mixabin dema heman bûyer li herêmê pêk bê bêdengiyeke mezin pêk tê. Jixwe faîl nayên darizandin li ser vê yekê jî newekheviyek civakê jî bêtir rewşa jinê dixe nav xetereyan. Li dijî newekheviyê divê têkoşîneke wekhev û hevpar pêk bê. Li dijî taciz, tecawiz, kuştin û xwekuştinan divê civak bibe yek û li hemberî bûyeran dengekî xurt derxe."   ‘Li Rojava, Şengal û Efganîstanê heman zîhniyet'    Emîne, diyar kir ku îro têkoşîna jinên kurd li cîhanê bûye mînakek û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mînaka herî ber biçav jî Şoreşa Rojava û têkoşîna jinên êzidî ya li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê ye. Îro heman zîhniyet li Efganîstanê êrîşê li jinên efgan dike. Lê belê jinên efgan wekî jinên kurd ên li Rojava çawa li hemberê zîhniyeta DAIŞ’ê li ber xwe dabûn, li Efganîstanê jî dê li dijî Talîbanê li ber xwe didin. Em dibînin ku desthîlatdariya mêr di bin fikara têkçûyînê de ye. Jinên ku xwe bi hişmend dikin û li dijî desthîlatdariya mêr xwe bi rêxistin dikin ji bo berdewam kirina desthîlatdariya mêr wek asteng tê dîtin. Ew îro li Efganîstanê jî xuya dibe, ji ber vê jî bêtir êrişê li jinan dikin. Lê belê tevî van yekan jinan di têkoşîn û berxwedana xwe de bi biryar in."   ‘Em ê di 16’ê cotmehê de li Qada Îstasyonê bin'    Emîne di dawiya axaftina xwe de ji bo mîtîngê wiha bang li jinan kir: “Em ê li dijî opersayonên siyasî, li dijî desthilatdariyê li qada mîtîngê bin. Em li qadan bersivek bidin zîhniyeta faşîst. Em bang li hemû jinan dikin ku di 16'ê cotmehê de li Qada Îstasyonê bên cem hev. Em bi hev re azadiyê biqêrîn. Em di vê baweriyê de ne ku bi tevlîbûneke xurt, em ê bandorê li derdora xwe bikin. Em ê bi hev re êrişên li hemberî jinan pûç bikin."