ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2021'Ê 2021-09-28 09:00:00   *Hevseroka TMMOB’ê Selma Aslan da zanîn ku xebatên veguhestina bajarvaniyê bê navber didomin û got:"Xebatên li seranserê bajar tên kirin tenê gel mexdûr nake, dîroka gel jî tune dike." DÎMEN HEYE   *Jinên li Wargeha Serdemê ya Gundê Til Sosinê yê Herêma Şehbayê dijîn bal kişandin ser zehmetiyên li wargehê dibînin û ambargoya Rejîma Sûriyeyê ya li ser Şehbayê û wiha gotin:"Em di vê wargehê de gelek zehmetiyan dibînin. Havînê germ e zivistanê sar e. Rejîma Sûriyeyê ambargo li ser Şehbayê daniye. Divê ev bi dawî bibe. Li dijî zehmetiyên wargehê û ambargoya rejîmê em li berxwe didin. Tevî zor û zehmetiyan jî em ê her tim li berxwe bidin heta ku em vegerin Efrîna xwe." DÎMEN HEYE   * Dê di 16'ê cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga jinan bê lidarxistin. Aktîvîsta TJA’ê Emîne Kaya banga tevlîbûna mîtîngê li jinan kir û got: "Li herêm û Tirkiyeyê li hemberî têkoşîn û azadiya jinê şerekê heye. Bi taybetî jî jinên berxwedêr hedef tên girtin. Lê em ê li dijî rewşa xeter a li hemberî jinan li qadan bibin yek." BI DÎMEN    *Ji Yekîneya Jineolojiyê Sevcan Kadîroglu der barê atolyeya jîneolojiyê ya di 3’yê cotmehê de li Stebolê dest pê dike de axivî û diyar kir ku ew têkoşîna zanîna ku ji jinê hatiye girtin, ji bo ji nû ve bidin jinê têdikoşin û wiha got: “Em dikarin nasname, hebûn û jiyana azad bi hev re bihûnin û bibin Xwebûn.”   BI DÎMEN    *Stranbêja ciwan Merve Admîş a ku di temenê zarokatiyê de dest bi xebatên muzîkê kiriye û stranbêjiyê dike, anî ziman ku ew ji mûzîka kurdî gelek hez dike û got: “Divê hemû kurd xwedî zimanê xwe derbikevin. Ger ku ziman tune bibe çand û hûner jî dê tune be. Lewra jî werin em bi hev re çand û hûnera xwe bi zimanê xwe biparêzin.” BI DÎMEN   *Siyasetmedarên jin deklarasyona HDP’ê nirxadin û diyar kirin ku deklarasyon dîrokî ye. Ji siyasetmedarên HDP'ê Pero Dundar têkildarî mijarê wiha got: “Her kes dizane pirsgirêk bi kê re tê çareserkirin, bi kê re tê runiştin û bi kê re tê kirin. Me tenê helwesta xwe got.”   BI DÎMEN