HDP ji bo ragihandina deklarasyona 'Banga ji bo aştiyê û demokrasiyê' amade ye 2021-09-27 11:15:20     ENQERE - Dê HDP deklarasyona xwe ya 'Banga ji bo aştiyê û demokrasiyê' bi hemû pêşengên partiyê û hevparên xwe ji raya giştî re parve bike.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amadekiriyên dawiyê yên ji bo deklarasyona xwe ya têkildarî pirsgirêk, çareserî muxatabên pirsgirêk û çareseriyan a bi navê 'Banga ji bo aştiyê û demokrasiyê'  bi dawî kir. Dê deklarasyon li Otela Hîltonê tevî Lijneya Rêveber a Navendê (MYK), parlamenter, hevserokên şaredariyan bê eşkerekirin. Dê bi vê deklarasyonê helwesta polîtîkaya tifaqa dê bê şopandin jî zelal bibe.    Pankartên bi kurdî û tirkî yên "Banga ji bo edaletê","Banga ji bo demokrasiyê","Banga ji bo aştiyê" li eywana dê deklarasyon lê bê eşkerekirin hatin daliqandin.    Dê Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demir û Cengiz Çiçek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Avakirina ji nû ve ya Sosyalîst (SYKP) Ozlem Gumuştaş, Şahin Tumuklu, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk (YSP) Ayşe Erdem, Îbrahîm Akin, Berdevkê SODAP'ê Karadag Karahali jî beşdarî çalakiyê bibin.    Dê bername bi pêşandana sînevizyona ji aliyê HDP'ê ve hatiye amadekirin dest pê bike û dê ji aliyê Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ve deklarasyona tê payin ji 10 maddeyan pêk were bê xwendin.