Fehîme Poyraz: Ciwan golên xwe li dijî nîjadperestiyê diavêjin 2021-09-27 11:08:52     EDENE - Dayika Deniz Poyraz, Fehime Poyraz a wekî temaşevan beşdarî tûrnûvaya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi dirûşma "Êşa girêdanê têk bibe" ji bo Deniz Poyraz li dar xist diyar kir ciwan golên xwe yên di tûrnûvayê de li dijî nîjadperestiyê diavêjin û ji bo tûrnûvayê spasiyên xwe ji ciwanan re pêşkêş kir.    Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê ji bo Deniz Poyraz a di 17'ê Hezîranê de li ber avahiya HDP'ê ji aliyê nîjadperest Onur Gencer ve hat qetilkirin bi dirûşma "Êşa girêdanê têk bibe" di 8'ê Îlonê de tûrnûvaya futbolê dabû destpêkirin. Ji taximên jinan Bakur, ji yên mêran jî Hurriyet di tûrnûvaya ku bi dawî bû de bi ser ketin.   Dayika Deniz Poyraz, Fehime Poyraz, Endama Meclîsa Ciwanan Dilan Yigit, Aktivista TJA'yê Gulistan Atabey ên wekî temaşevan beşdarî tûrnûvayê bûn derbarê girîngiya tûrnûvayê de axivîn.    'Denizê şehîda gel e'   Fehime Poyraz da zanîn ew gelekî kêfxweş e ku ciwanan tûrnûvayeke wiha ji bo bîranîna Denizê li dar xistine û wiha got:"Dewletê dema Denizê qetil kir got qey dê kes lê xwedî dernekeve û dê bi 3-4 kesan cenazeyê wê dê bê definkirin. Lê belê wekî wan nebû. Ji bo Denizê cîhan rabû ser piyan. Gel li Denizê xwedî derket. Denizê şehîda gel e û gel ji bo şehîda xwe rabû ser piyan. Ji bo ez ciwanên tûrnûva li dar xistine neşkînim hatim. Ciwan golên xwe yên di tûrnûvayê de li dijî nîjadperestiyê diavêjin. Dewletê zext li me kir lê belê me hîn zêde li berxwe da. Bi milyonan mirov rabûn ser piyan. "   'Gelê kurd tu carî serî netewand'   Fehimeyê da zanîn kurd her dem li ser piyan man, hem ji bo şehîdên xwe li berxwe dan hem jî li dijî zextan li berxwe dan û wiha got:"Dema min bihîst derb bera Denizê dane min agahî girt ku du kesên din jî birîndar bûne. Wê demê berî Denizê ez kesên birîndar fikirîm. Min xwest demildest ji wir bên derketin lê belê piştre ez hîn bûm ku tenê Denizê li wir bûye. Dewletê bi gotina 'li hundur birîndarên wekî dinê jî hene' xwest bibe sedema provakasyonê. Gelê kurd tu carî serî netewand. Her dem kurd serbilind in. Ez jî wekî dayika Şehîd Deniz ji bo herkesê di vê tûrnûvayê de cih girtin spas dikim."   'Tolhildana jinên hatine çewisandin e'   Dilan Yigit a beşdarî tûrnûvayê bû da zanîn ji bo ew Deniz Poyraz bidin jiyîn di tûrnûvayeke wiha de cih girtine û wiha got:"Em naxwazin jinên wekî din bên kuştin. Em bi hêza me ji Deniz Poyraz girt em hatin heta fînalê. Ev ji bo min rûmetek e. Wekî jin avêtina golan a di şexsê Deniz Poyraz de ji bo me gelekî girîng e. Ev tolhildana jinên hatine çewisandin e."   'Her kesên beşdar bûn bi coş bûn'   Aktivîsta TJA'yê Gulîstan Ozbey bal kişand ser girîngiya tûrnûvayê ya ji bo Deniz Poyraz hat lidarxistin û wiha got:"Her kesên beşdar bûn bi coş bûn. Her wiha bi tûrnûvayê hat xwestin ciwanên berê wan bi hişbir û fuhuşê vedibe bên gel hevdu û bîrewer bibin."