'Zarok ji mafên xwe bêpar tên hiştin' 2021-09-27 09:09:56   Sema Çaglak   AMED - Endama Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Heviyên Reng bi Reng Necla Korkmaz, destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de karkeriya zarokan derketiye lutkeyê û wiha axivî: " Gelek zarokên karker di gelek qadên xebat de ji mafên xwe bêpar hatine hiştin û divê ji aliyê dewletê ve ji bo zarokan polîtîkayên parastinê bên pêşxistin."   Rengarenk Umutlar Dernegî (Komeleya Hêviyên Reng bi Reng) ku di sala 2017’an de hate avakirin, li Amedê derbarê zarokan de xebatên cûrbicûr dimeşîne. Komele xebatên xwe bêhtir di hêla derûnî-civakî  de didomîne, li gorî pêdiviyên zarokan xebata xwe dimeşînê û atolyeyan li dar dixe. Herî dawî jî komeleyê raporek bi navê " Di pêvajoya pandemiyê de zêdebûna karkeriya zarokan" weşand. Têkildarî raporê endama lijineya rêvberiyê ya komeleyê Necla Korkmaz ji ajansa me re axivî.   'Di pandemiyê newekheviyeke mezin pêk hat'   Necla di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bandora pandemiyê ya li ser zarokan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî tê zanîn di destpêka pêvajoya pandemiyê û ji ber girtina dibistanan zarok demek dirêj nikaribûn ji mal derkevin. Di wê pêvajoyê de gava me li şert û mercên fîzîkî û aborî nihêrî newekhêviyek mezin di navbera zarokan de hat kirin.  Ji ber şert û mercên aborî yên malbatan gelek zarokan nikaribû xwe bigîhanda perwerdehiya online û ji dersên xwe man. Ji ber ku alavên ji bo perwerdehiya online li gelek malbatan de tune bûn. Me di wê pêvajoyê de ji bo 2 mehan bi zarokan re xebatek meşand. Nirxandina du mehan kir û banndora wê xebatê ya erênî dît. Piştî wê nirxandinê me xebata xwe berdewam kir. Bi vî awayî hem bi zarokan re hem jî bi malbatên wan re me hevdîtin kir. Me di hevdîtinên xwe de dît ku gelek zarokan dest bi xebatê kirine.Vê rewşê me gelek xemgîn kir. Me jî li ser vê dest bi xebatê kir û me li ser zêdebûna xebitandina zarokan lêkolîn kir.”   'Bi 155 zarokan re me anket çêkir'   Necla destnîşan kir ku gelek zarok di temenê biçûk de tên xebitandin û wiha got: "Me bi 155 zarokan re xebata ankete kir. Me anketa xwe bi her zarokek ku li qadeke cuda dixebite re kir. Di 8 qadên cuda yên ku zarok li wan dixebitîn, me  ji zarokan nerîn girt. Gava me ev xebat dikir em li zayenda zarokan jî baldar dibûn. Ew 155 zarokan ku me bi wan re anket çêkir temenê wan bii piranî di navbera 12-15 an bû. Lê gelek zarokên ku temenê wan biçûktir bû jî hebûn. Ji bo rewşa zarokan a ji aliye derûnî û ewlehîyê de jî me xwest bi malbatên wan re jî hevdîtinan bikin. Lê hevdîtînên me bi awayekî rêkûpêk çênebûn. Ji ber ku gelek zarokên di temenê piçûk de dixebitîn hebûn. Ew rewş jî ji bo malbatan dibû sedema fikaran. Ji ber ku wan jî dizanibû xebitandina zarokên biçûk qedexe ye. Ji ber vê gelek malbatan nexestin bi me re hevdîtinê bikin. Me bi tevahî bi 14 malbatan re hevdîtin kir. Tevî van yekan me bi navenda giştî ya DÎSK û Sendîkayên din re jî hevdîtin kir.”   'Şert û mercên Tirkiyê rê li ber xebitandina zarokan vedikin'    Necla anî ziman ku mijara karkeriya zarokan di cîhanê de yek ji pirsgirêkên herî girîng e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di lêkolîn û çavdêriyên me de hate dîtin ku zarok bi du motîvasyonên cuda re xwe dispêrin xebatê. Hin zarok bi hêviya çareserkirina pirsgirêka aborî ya malbatê dixebitin. Hin zarok jî ji bo ku lêçûna xwe ya dibistanê derxînintên xebitandin. Ev  bi piranî zarokên xwe ji qadên texstîlê didin xebitandin. Malbat bi hinceta ku zarokên wan nekevin rewşeke xirab û di ewlehiyê de bin didin xebitandin. Lê berevajî em dizanin ku kedxwariya herî mezin di qadên tekstîl û sanayî de tê jiyîn. Di her du rewşan de jî berpirsiyariya dewlet û malbatan heye. Heke malbat ji ber xizaniyê zarokên xwe bidin xebitandin, vê gavê di politîkayên dewletê yên civakî û aborî de kêmasî heye. Ango zarok bi binpêkirina mafên xwe yên bingehîn re rûbirû dimînin. Bi rêya lêkolîn û encamên di dest xwe de me bi awayekî sembolîk li Wezerata Malbat û Polîtîkayên civakî serlêdana sûc ya  kir. Li bin Peymanên ku ji bo parastina mafên zarokan  mafên zarokan hatine kirin de îmzeya Tirkiyê jî heye lê belê peywira xwe ya ji bo wan mijaran nayêne cih. Em behsa qadeke gelekî bê parastin dikin. Gava me li şert û mercên Tirkiyê jî nihêrî pêşîya karkeriya zarokan tê vekirin û gelek zarok bi vî awayî rastî her cûreyê binpêkirinên mafan tên."   'Zarok ji mafên xwe bêpar tên hiştin'   Necla destnîşan kir ku karkeriya zarokan wekî tune  tê hesibandin û wiha pêde çû: " Di heman demê de li kargehên gelek esanafan jî zarok tên xebitandin. Zarokên ku li wan deran tên xebitandin sîgortaya wan nîne, çi bê serê wan berpirsiyar nîne. Her wiha ji bo ku di temenê biçûk de ne derbarê xwe de ne xedî biryar û îrade ne. Lewra gelek zarok tên îstîsmarkirin û tundî li wan tê kirin. Zarok ji wan geşedanan û qewimandinan bibandor dibin û ji bo demên pêş li ser wan texrîbatên mezin pêk tên. Gava zarokek karker diçe dibistanê jî tê teşhîrkirin û bi vî rengî ji dibistanê sar dibin û gelek zarok ji ber van sedeman dev ji dibistanê berdidin. Ev rewş jî siberoja zarokan tarî dike. Em dixwazin ji vê rewşê re êdî bêjin bes e. Ji ber xizanî û qeyrana aborî zarok ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Lê civak bi cûr bi cûr sedeman karkeriya zarokan normalîze dike  û bi vî awayî karkeriya zarokan jî tê rewakirin."   'Zarok di qadên gelek bi xeter de tên xebitandin'   Necla bilêv kir ku zarokên karker hem rastî kedxwariyek mezin tên hem jî bi her wayî tên îstismar kirin. Necla, wiha axivî: "Bi taybetî jî zarokên keç li gorîstanan û li tekstîlan tên xebitandin. Heke em qala tekstîlê bikin gava me lêkolîn kiribû di pêvajoya pandemiyê de bû. Wê demê piştî saet 9'ê êvarê qedexekirina derve hebû. Lewra di hevdîtinên me de hate zanîn ku ji ber qedexekirina derketina derve di qada tekstîlê de cihên ji bo razanê çêkirine. Ango hem di tekstîlê de li ser zarokan kedxwariyek tê kirin hem jî di wan şert û mercan de ji her cûreyê îstîsmarê re vekirî tê hiştin. Venêrîna wan qadan nayê kirin û gelek cihên bi xeter in. Dîsa zarokên ku di trafîkê de tên xebitandin jî xeteriya wan a jiyanê heye. Hem rastî heqaret û tundiyê tên hem jî çi bê serê wan ne diyar e. Zarokên ku dixwazin avê bifiroşin jî pereyên ava ku bikirin jî nikarin bi dest bixin. Dîsa li gorîstanan xebata ji bo zarokan gelek bi xeter e."    'Pêwîstî bi polîtîkayên ji bo zarokan heye'   Necla di dawiya axaftina xwe de li ser encam û pêşniyarên çareseriyê sekinî û got: "Ev pirsgirêkên berfireh ne bi tenê bi STK'yan tên çareserkirin. Divê di van mijaran de parastineke aktîv a dewletê jî hebe. Karkeriya zarokan tenê bi pandemiyê re dest pê nekir. Ji Berê de jî hebû. Bi taybetî jî piştî saln 90'î zêde bûye. Lê bi pandemiyê re zêdetir bûye. Êdî kedxwariyek berbiçav heye û jiyana zarokan din xeterê. Divê li ser van mijaran çalakî û xebatên girîng bên birêvebirin. Her wiha di vî aliyî de pêwîst e ku polîtîkayên ji bo parastina zarokan bên pêşxistin û plan û projeyên dewletê hebin."