'Min gilî kir, kesekî dengê min nebihîst' 2021-09-26 14:53:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi rêya bernameyeke televizyonê D.A. ya 17 salî anî ziman ji 12 saliya xwe ve malbata wê fihûş lê ferz kiriye û polîs jî di nava vê bûyera tecawizê de hene. D.A. got:"Min gilî kir, kesekî dengê min nebihîst."   D.A. ya 17 salî  li Gundê Gurpinarê ya navçeya Bûrçê ya Dîlokê dijî, di bernameyeke televîzyonê de, anî ziman ku ji 12 saliya xwe ve heta 16 saliya xwe, bav, dayik û birayê wê, bi zorê fihûş lê dane kirin. D.A., da zanîn ku ji 12 saliya xwe ve, gelek kesan tecawîzî wê kirine û malbata wê bi darê zorê tiryak daye wê. D.A., dest nîşan kir ku malbata wê û mêrên tecawizî wê kirine her tim lê dane, tundî lê kirine.    Hem tecawizî wê hem jî tecawizî xwişka wê kirine   D.A, di dewama bernameyê de, bi bîr xist ku dema dibe 16 salî, ji ber zexta dayika xwe bi Bahattîn A. ê 38 salî re dergistî dibe, hîna bi dergistîbû ji Bahattîn A. ducanî dibe û piştî dizewice jî, gelek mêr tecawizî wê dikin. D.A., diyar kir ku malbata wê û mêrên tecawizî wê kirine, li gund bûne çete û xwişka wê ku niha 15 salî ye jî, ji 10 saliya xwe ve tecawiz lê hatiye kirin.    Polîs, bijîşk û mamoste jî di nav bûyerê de hene   D.A., bi lêv kir ku mêrên tecawizê wê kirine temenê wan di navbera 15 û 65 salî de tê guhertin û bi gelemperî li gund rûdinin. D.A., got, di nava kesên tecawîzê wê kirin û xwestin ser bûyerê bigirin de polîs, bijîşk û mamoste jî hene.   Derbarê malbat û tecawîzkaran de gilî dikin   D.A., destnîşan kir ku piştî hevjînê wê Bahattîn A. fêrî rewşê dibe, derbarê malbat û tecawîzkaran de gilî dikin, ji Navenda Ragihandina Serokkomariyê (CÎMER) re nivîs nivîsandine û li Dîlokê serî li gelek saziyên fermî dane û gilî kirine. D.A., diyar kir ku herî dawî jî çûne Serdozgerya Komarê ya Enqereyê û gilî kirine.      Min gilî kir, kesekî dengê min nebihîst   Di seranserê bernameyê de, D.A a hem ji ber pirsên ku jê tên pirsîn û hem jî îfadeyên şahidên ku bi bernameyê ve tên girêdan, her tim digirî, wiha got: “Min gilî kir, kesekî dengê min nebihîst, kes li kêleka min nesekinî.”    D.A. a 17 salî  dema diaxivî rastî tundiya derûnî ya hevjînê xwe Bahhattîn A, jî dem bi dem dihat. Bahattîn A., dema ku D.A. diaxivî jê re got “derewan neke” û bi vî awayî D.A., sûcdar dikir.    Maf û nepeniya zarokan hat paşguhkirin   Di bernameyê de maf û nepeniya zarokan hat paşguhkirin. Dîsa pirsa navê xwişka D.A. 15 salî jê tê kirin û navê wê jî bi awayekî aşkere tê dayîn. Di heman demê de rûyê D.A. ya 17 salî û navê pitika wê jî bi vekirî tên dayîn. Bi vî awayî hem D.A. û hem jî pitika wê tên îstîsmarkirin. Pêşkêşvana bernameyê, weke ku ji bîr kiriye D.A. hîna zarok e, wiha jê rê dibêje: “Jixwe tu kesek rastî, tu van hemûyan nikarin bi daxwaza xwe bikî. Tu pir xweşik î.”    Şahidên ku bi telefonê beşdarî weşana zindî bûn jî, dan zanîn ku D.A., hin caran ji bo kîloyek kartol, alavên înşaetê û hin caran jî, ji bo kîloyek masî bi zorê fihûş lê hatiye ferzkirin.