Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk dest pê kir 2021-09-26 13:31:05   ENQERE - Di Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê de Hevserokê Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm tayînî dewsa wî bû bal kişand ser meseleya kurd. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî wiha got:"Em li dijî qeyûm demokrasiya herêmî diparêzin û di heman demê de jî mafê gelê kurd a kirdeya siyasetê em diparêzin. Em mafê kurdan a ji bo siberoja vî welatî xwedîgotin be diparêzin."   Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Salona Konferansê ya Tesîsên Civakî û Mala Xwendekaran a Teoman Ozturk a TMMOB'ê dest pê kir. Pankartên "Hevserokatî Xeta me ya Sor e", "Parastina Rêveberiyên Herêmî yên Azadîxwaziya Jinê, Hilweşandina Pergala Qeyûm" û "Dem dama avakirina rêveberiyên herêmî yên demokratîk û hilweşandina rejîma qeyûm e" yên bi kurdî, erebî û tirkî hatin daliqandin.   Ji bajarên herêmê nêzî 400 delege beşdarî konferansê bûn. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Ji nû ve Avakirina Sosyalîzmê (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ûgûr, Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Ayşe Erdem û Îbrahîm Akin, ji SODAP’ê Sevtap Akdag Karahali û Sezgîn Kartal, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren û gelek kes beşdarî konferansê bûn.     Di konferansa ku bi hilbijartina dîwanê dest pê kir de ewil sînevîzyona ku xebatên şaredariyên HDP’ê dide nîşandan hat pêşandan.     Di konferansa bi diyarkirina dîwanê dest pê kir de di destpêkê de Hevserokê Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm tayînî dewsa wî bû axivî.    'Bi polîtîkayên qeyûman, hewl didin me û gelê me ji hev dûr bikin'   Ahmet, diyar kir ku HDP bûye hêviya gel û wiha pê de çû: "Em dizanin ku ji salên 90’î ve, polîtîkayên jenosîd, siyaseta teslîmgirtin û zextan, heta roja îro dewam dike. Îro jî bi deh hezaran rêhevalên me di zindanan de ne. Em wan silav dikin. Ligel hemû polîtîkayên teslîmgirtinê, berdêlên hatin dayîn, partiya me bûye hêviya gelê me. Em bawer dikin, karmendek me heye ku dê di siyaseta demokratîk de bibe mîmarê pêşerojê. Bêguman, bi polîtîkayên qeyûman, hewl didin me û gelê me ji hev dûr bikin."   'Armanca wan teslîmgirtina vîna gel e'   Ahmet, da zanîn armanca qeyûman teslîmgirtina vîna gel e û wiha domand:"Pratika qeyûman li holê ye. Di vê mijarê de, lêkolînên cîdî yên partiya me hene. Îro hemû karmendên qeyûm, ji ber nelirêtî û bertîlan tên darizandin. Armanca wan teslîmgirtina vîna gel e. Demokrasiya rêveberiyên herêmî lingê herî girîng e. Ger em xebatên rêveberiya herêmî bi rengekî hevrêztir bimeşînin, dê têkiliyên me bi gel re saxlemtir bibin."   'Divê ziman û nasnameya gelê kurd bê qebûlkirin'   Ahmet, bal kişand ser meseleya kurd û wiha got:"Tirkiye dikeve, demek nû. Têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd nîqaş tên kirin. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane û adîlane bê çareserkirin, me her tim piştgirî da. Me di vê têkoşînê de berdêlên pir giran dan. Îro her kes dibîne ku siyaseteke bê HDP’ê qet nikane li Tirkiyeyê bibe desthilatdar. Ji bo ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin, divê berî her tiştî, hebûna gelê kurd, nasnameya wê, zimanê wê û statuya wê bê qebûlkirin. Dem bi dem nîqaşên muxataptiyê tên kirin. Gelo muxatap kî ye? Muxatap gelê me ye û aktorên têkoşîna gelê me bi rê ve dibin e. Em bi vî awayî xalê datînin."   Piştî Ahmet Turk sînevizyona xebatên HDP'ê yên şaredariyan tê de cih digirt hat xwepêşandan. Di konferansê de peyama Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yê dewsa wî qeyûm hat tayinkirin û niha di Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê de ye hat xwendin.    Selçûk Mizrakli di peyama xwe de wiha got   "Du sal ji ser pêvajoyeke girîng derbas bû. Destkeftiyên bi têkoşîneke mezin hatin bidestxistin ji ber nebûn xwediyê statuyeke zagonî mixabin windabûyina wan jî bi hêsanî bû. Tevî hemû neyîniyan em mecbûr in bêtir li berxwe bidin û em nîşanî gelê xwe bidin ku em hêza çareseriyê ne. Divê em dewam bikin ku hêvî û baweriyê bidin. Divê em ji herkesî re rave bikin ku xebatên me yên ji ber darbeya qeyûm û bêhiqûqiyê qels man em ji nû de bidin destpêkirin. Ji tecrubeya me ya yekemîn a rêveberiya herêmî, me hewl da ku rêveberiyên herêmî li ser bingeha civaka demokratîk ava bikin. Li şûna têgihîştina ‘Tevî gel, ne ji bo gel’, me prensîba ‘Bi gel re, ji bo gel’ pejirand."   Piştî nameya Selçûk Mizrakli  Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivî.    'Em parêzgerên heyî yên vê mîrasa bi rûmet in'   Mîthat da zanîn ku dê piştî wan jî têkoşîn mezin bibe û wiha got:"Li Tirkiyeyê HDP, navnîşana aştî, demokrasî, azadî û hemû wekheviyan e. Ev asta têkoşînê ya herî jor e. Bê guman, ev ne xala dawî ye. Wê piştî me jî ev têkoşîn mezin bibe. Em parêzgerên heyî yên vê mîrasa bi rûmet in. Ji bo ku em berpirsiyariya xwe bi cih bînin, tiştê dikeve ser milê me, em ê bikin."   'Em li dijî qeyûm demokrasiya herêmî diparêzin'   Mîthat bi lêv kir ku ew ê mafên gelê kurd biparêze û wiha got:"Em li dijî qeyûm demokrasiya herêmî diparêzin û di heman demê de jî mafê gelê kurd a kirdeya siyasetê em diparêzin. Em mafê kurdan a ji bo siberoja vî welatî xwedîgotin be diparêzin. Li vê derê, rejîma qeyûm wekî rêbaza herî hovane ya desteserkirina vîna gelan, wekî darbeyek li dijî tevahiya demokrasiyê derket holê û bû pêngava herî girîng a hilweşîna li Tirkiyeyê. Li nuqteya herî krîtîk a geşedanên ku Tirkiye xistiye nav çalek tarî, têgihîştina keyfî, monîst a ku vîna gelan nas nake, heye. Ger em nikaribin vê ferasetê bidin rawestandin, em ê nikaribin rewşa heyî jî bidin guhertin. Lê em bi biryar in ku vê rewşê bidin guhertin. Bêyî demokrasiya herêmî, tu wateya avakirina demokrasiya li seranserê welat tune ye. Ji ber ku demokrasiya herêmî, tê wateya vîna gel. Demokrasiya herêmî qadek e ku beşdarbûna gel herî zêde rasterast û kontrola gel jî herî ya bi bandor e."   'Mezinbûna HDP’ê, mezinbûna hêviyê ye'   Mîthat diyar kir li dijî hemû astengiyan HDP dîsa jî mezin dibe û wiha got:"Em bi mezinbûnê rêya xwe dewam dikin. Ligel hemû astengiyan jî HDP mezin dibe. Mezinbûna HDP’ê, mezinbûna hêviyê ye. Mezinbûna baweriya bi pêşerojek demokratîk e. HDP, di taritiyê de ronahiyek bi hêz e. HDP hêviya gelan e. Dema ku em rêya muzakereyê berfireh bikin, em ê di demek nêz de bibînin ku vîna demokratîk a gelan wê ji aliyê HDP'ê ve bi hev re bê avakirin û ew ê bibe hêza çareseriyê û mifteya çareseriyê ya di tifaqê de. Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin. Bêyî HDP'ê ne pêkan e ku demokrasî, aştî, wekhevî û azadî were vî welatî. Em ê bi hev re bimeşin. Ev rê mezin dibe, kerwan berfireh dibe û hemû derî vedibin."   Piştî axaftina Mîthat konferans ji çapemeniyê girtî dewam kir.