Di hilbijartinên Iraqê de hejmara namzedên jin kêm bûye 2021-09-26 12:56:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo hilbijartinên pêşwext ên giştî ku wê di 10'ê Cotmehê de li Iraqê bên kirin li gorî hilbijartina 2018'an rêjeya namzedên jin kêm bûye. Li gel ku di hilbijartina beriya vê de 2 hezar jin bibûn manzed ji bo vê hilbijartina bê ev hejmar daketiyê 951'ê.     Ji bo namzediya hilbijartina pêşwext a li Iraqê ku wê di 10'ê Cotmehê de bê kirin jin bi kotaya ji sedî 25 tevli dibin. Hat diyarkirin ku li Iraq û Herêma Fedaral a Kurdistanê bi bi giştî 951 jin bûne namzed.    Di hilbijartinên parlementoya Iraqê ya di sala 2018’an de nêzî du hezar jin xwe namzet dabûn nîşan û ji 329 kursiyên parlementoyê 83 kursî bidestxistibûn. Dema rêjeya namzetên jin ên hilbijartinên 2018 û 2021 didin berhev, diyar dibe ku ji 2 hezar daketiye derdora 900 namzedî. Ango rêjeya beşdarbûna jinan ji hilbijartinên parlementoyê re nîvî nîvî kêm bûye.   Li gorî çavdêrên siyasî yên Iraqê sedema kêmbûna rêjeya namzetên jin bi tirsa ji kuştin, gendeliya nava sîstema hûkimraniyê ve girê didin. Beşek jî diyar dikin ku ji ber zextên civakî jin nikarin xwe namzet bidin nîşan. Li gorî çavdêrê siyasî yê Îraqî Felah El-Mişeel ku ji Ajansa Rojnewsê re axivî diyar kir ku sedema kêmbûna rêjeya jin ji hilbijartin û siyasetê re jin bixwe ye û dazanîn ji ber beşdarbûna wan a pasîf bandorê li jinan kiriye ku xwe namzet nedin nîşan.