'Edalet tenê di lewhayê de cih digire' 2021-09-26 12:39:24   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 202'emîn a nobeta xwe de, ev peyam parve kir: “Li Edliya Rihayê, ‘edalet’ tenê di lewheyê de cih digire.”   Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di 9’ê Adarê de dest pê kir, di roja 202’yemîn de dewam dike. Malbata Şenyaşar, ji ber ku Edliyeya Rihayê di dawiya hefteyê de girtiye, îro li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe dewam kir.   Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal, wêneyek aîdê lewheya Edliya Rihayê parve kir û ev peyam da: “Li Edliya Rihayê, ‘edalet’ tenê, di lewheyê de cih digire. Mafê tu kesî tune ye ku edaletê evqas bênirx bike.”