Li Mexmûrê xwendekaran dest bi sala nû ya perwerdeyê kirin 2021-09-26 12:17:49   MEXMÛR - Li Mexmûrê xwendekaran dest bi sala nû ya perwerdeyê kirin. Xwendekarên bi kelecan û coşeke mezin berê xwe dan dibistanan bi hêviyeke mezin dest bi xwendina sala nû kirin.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 5 dibistanên seretayî, dibistanek navîn û dibistana  amedeyî ku bi giştî nêzî 3 hezar û 500 xwendekar bi zimanê dayikê lê dixwînin heye. Piştî bêhndana salê, ji bo dema nû dibistan îro vebûn. Xwendekaran bi kelecanek mezin danê siharê berê xwe dan dibistanan.   Beriya ku xwendevan derbasî refên xwe bibin, hemû xwendekar li pêşiya dibistanên xwe kom bûn û sîrûda neteweyî Ey raqîb xwendin.   Li ser girîngiya perwerdeyê mamoste Mihemed Bîlen li pêş xwendevanan axivî. Mihemed di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û serkeftin ji bo hemû xwendekaran xwest.