Sebîha Sebrî: Divê jin dengê xwe bidin namzedê PADÊ 2021-09-26 12:06:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo hilbijartinên pêşwext ên li Iraqê ku wê bên kirin bang li jinên Şengalî hat kirin ku dengê xwe bidin namzedê PADÊ Semîr Derwêş.   Tê payîn KU di 10’ê Cotmeha 2021’ê de hilbijartinên pêşwext yên Iraqê werin kirin. Namzedên ser bixwe û yên partiyan ji bo bi ser kevin, ketine nava liv û tevgerê.   Xebatên namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş ku êzidî weke tekane namzetê xwe dibînin, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de duh Semîr li bajarokê Sinûnê bû û li nava bazarê geriya. Piştî wê danê êvarî li Sinunê ji bo Semîr şahiyek ji aliyê Navenda Çand û Hûnerê ya Şengalê ve hate lidarxistin.    Di şahiyê de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Sebîha Sebrî axivî. Sebîha got ku ew weke jinên êzidî hem di dîrokê de hatine wendakirin, hem jî kes li wan xwedî derneketiye. Sebîha da zanîn ku ew bi destxistina mafê jinê, di serkeftina PADÊ de dibînin, ji bo vê bang li hemû jinên êzidî kir ku bi hevre berê xwe bidin ser sindoqan û dengê xwe bidin namzetê xwe Semîr. Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel û hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê Haşim Hecî jî bang li hemû Êzidiyan kirin da ku neyên xapandin û nebin sedem ku kesên ne layîqî êzidiyan, biçin parlamentoya Iraqê.   Piştî axaftinan koma şanoyê derket ser dikê, piştî wê jî li ber stranan govend hate kirin.