Tundiya li dijî jinê li Hewlêrê zêde bûye 2021-09-26 12:00:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federe ya Kurdistanê di nêviyê vê salê de 6 jin hatin qetilkirin û mirina 57 jinan a bi guman wekî "întixar" derbasî qeydan bû. Tundiya herî zêde jî li Hewlêrê li jinê tê kirin.    Hat diyarkirin li Herêma Federe ya Kurdistanê tundiya li ser jinê her diçe zêde dibe. Li gor daneyan tundî zêde bûye. Tê xuyakirin di navbera salên 2016-2020'î de tundî ji sedî 33 zêde bûye. Li gor daneyan herî zêde jî li Hewlêrê tundî li jinan tê kirin. Di navbera salên 2018 û 2020'î de 12 hezar û 518 bûyerên tundiyê li dijî jinan qewimîn. 7 hezar û 649 bûyerên tundiyê yên li dijî jinê li Silêmanî qewimiye. Li dû Hewlêrê Silêmanî tê. Li Duhokê 7 hezar û 459, li Germiyanê 2 hezar û 941, li Raperînê hezar û 511, li Soranê 854 bûyerên tundiyê yên li dijî jinê li Silêmanî qewimîne û derbasî qeydan hatine kirin.    Li gor daneyên ji aliyê Saziya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê di nava îdareya sînorên Germiyanê de di 8 mehên dawî de jinan 227 caran gilî li merciyên eleqedar kirine.    57 mirinên bi guman   Di 5 mehên ewil ên di 2021'ê de li herêmê 6 jin hatin qetilkirin û di bin navê întixarê de 57 mirinên bi guman ketin qeydan. Tê diyarkirin li dijî 53 jinan destdirêjî hatiye kirin. Her wiha hat ragihandin 79 serlêdanên ji bo gilîkirinê hene.