‘Jinên ciwan dê bi têkoşîneke topyekûn bersivê bide polîtîkayên şer' 2021-09-26 09:30:03   Sema Çaglak   AMED - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Gulîstan Yilmaz bal kişand ser polîtîkayên şer ên li hemberî ciwanan û got: "Em di çarçoveya kampanyaya 'Em tiryakbûnê bişkînin jiyana nû ava bikin' li tax, gund û bajaran bi ciwanan re tên cem hevdû. Desthilatdarî bi her cûreyên polîtîkayên şer êrîşê li ciwanan dike û dixwaze têkoşîna bi rêxistinî têk bibe. Lê ciwan dê bi têkoşîneke topyekûn bersiva polîtîkayên şer bide."   Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 10’ê îlonê de starta kampanyaya xwe ya "Em tiryakbûnê bişkînin jiyana nû ava bikin" dabû. Meclisa Ciwanan bi vê kampanyayê hedef dike ku balê bikişîne ser bikaranîna hişbir û belavbûha fihûşê ya li herêmê. Têkîldarî kampanyayê de endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Gulîstan Yilmaz axivî.   ‘Li hemberî ciwanan polîtîkayên taybet tê meşandin'    Gulîstan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku armanca kampanyaya wan pêngavek li dijî polîtîkayên şer ên taybet e û got: “Di demên dawiyê de li dijî ciwanan polîtîkayên zext û zordariyê kûr dibe. Her wiha em dibînin ku bikaranîna hişbir û belavbûna fihuşê jî her li herêmê zêde dibe. Kampanyaya me jî li dijî van polîtîkayan pêngavek girîng e. Bi taybetî jî em li dijî polîtîkayên li hemberî jinên ciwan, polîtîkayên perwerdehiya berevajî, polîtîkayên aborî û polîtîkayên şer ên taybet ku li hemberî ciwanan tê meşandin derdikevin. Em dixwazin li vê erdnegariyê ciwanên ku ketine tora hişbir û fihûşê rizgar bikin. Bi vî awayî dê em wek ciwanan bi gotinên xwe, bi pratîkên xwe li her qadên civakê bin. Ewilî jî divê tecrîda ku pêşiya wan polîtîkayan vedike bê şikandin. Pêngava me di heman demê de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina jiyanek azad û demokratîk e. Wekî tê zanîn tecrîda li hemberî Birêz Ocalan her ku diçe girantir dibe. Ji ber vê sedemê divê tecrîd bê şikandin û Birêz Ocalan bi fîzîkî azad bibe. Em jî bi vî sedemê têbikoşin.”   ‘Bi têkoşînek topyekûn em ê bersiva polîtîkayên şer bidin'    Gulîstan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku  jinên ciwan bi nasnameya xwe ya pêşengiyê di vê pêngavê de cih digirin û wiha axivî: “Her çiqas li ser civakê zext û zordarî çêdibin li hemberî jinên ciwan ew zext û zordarî du qat zêdetir e. Ji ber vê yekê em wek jinên ciwan di vê pêngavê de rola xwe ya pêşengtiyê wê berdewam bikin. Em di baweriyê de ne ku jinên ciwan dê jiyaneke nû biafirînin. Lewra em bi vê baweriyê tax bi tax, mal bi mal, gund bi gund bi gel re werin cem hev. Dê malbat û ciwanan li dijî tiryak û fihuşê agahdar bikin. Di pêvajoya tedawiyê de jî em ê li cem wan bin. Em dixwazin ciwanan ji vê rizgar bikin. Em ê bi ciwanan re rêxistina xwe xurt bikin û dê bi têkoşînek topyekûn ji polîtîkayên şer ên taybet re bibin bersîv.”   ‘Tax bi tax digerin û cûrbicûr çalakî li dar dixin’   Gulîstan bal kişand li ser çalakiyên ku di çarçoveya kampanyaya xwe de pêk tînin û wiha bi lêv kir: “Em tax bi tax digerin û bi ciwanan re cûrbicûr çalakî li dar dixin. Me berê xebatên xwe yên atolyeyan bi awayekî online pêk dianî lê niha em rûbirû xebatên atolyeyan berdewam dikin. Her wiha êdî çalakiyên xwe di şûna qadên girtî de qadên vekirî de pêk tînin. Ji bo ku ciwan gotinên xwe bi hev re bibêjin, ji bo ku di siyasetê de cih bigirin, ji bo ku bi rêxistinî hêza xwe mezin bikin em ê nîqaşên xwe berdewam bikin. Em di çalakiyan de pirsgirêkên ciwanan guhdar dikin û ji bo pêşîgirtina wan pirsgirêkan alternatîfan bi hev re ava dikin. Her wiha em ê hewl bidin ku di demek nêz de ji bo jinên ciwan tûrnûvaydjd fitbolê organîze bikin. Li dijî bişaftin, fihuş û ji dûrxistina medyaya dijital ew turnuva bandorek baş pêk bîne."   ‘Tenê li Amedê ji 400’î zêdetir malên fihûşê hene'    Gulîstan anî ziman ku gelek jinên ciwan di bin navê evin û hez kirinê de tên revandin û rastî destirêjiyê tên. Gulîstan destnîşan kir ku tenê li Amedê ji 400’ê zêdetir malên ji bo bikaranînina fihûşê hene û wiha behsa mijarê kir: “Her roj bi dehan malên kurdan tê desteserkirin lê ew desthîlatdara faşist çawa haya wî ji malên ku ji bo fihûşê hatine girtin nabe? Em dizanin ku gelek malên fihûşê bi deste desthîltdarê hatiye vekirin û sixurî li ciwanan tê ferzkirin. Gelek cûreyên polîtîkayên şer ên taybet hene ku pêşiya asîmilasyonê, dejenerasyonê vedike û mirov ji çand, ziman, dîrok û ji xwebûna xwe dûr dixe. Bi taybetî jî bi rêya medyaya dijital ev polîtîka tê pêş xistin. Bi rêya rêzefîlman ciwanan ji çand û şêwaza wan a jiyanê dûr dixin. Ji wan re jiyanek bi dejenere tê pêşxistin. Her wiha nerînên li ser civakê jî tên bi sînorkirin û wîjdana civakî bi rêya wan rêzefîlman tê tunekirin. Ji aliyê desthîlatdariyê ve li ser ciwanan jiyanek sexte tê avakirin. Ji aliye fikirandin, hilbêrin û nîqaşkirina pirsgirêkên civakî rê li ber ciwanan tê girtin. Bi taybetî jî li herêmê li hemberî ciwanên welatparêz ew polîtîka tên meşandin."    ‘Desthilatdarî êrişê ciwanên bi rêxistinkirî dike'    Gulîstan destnîşan kir ku ji bo ku ciwanan di siyasetê de cih negirin xebatên wan tê îllegalîze kirin û wiha pêdê çû: “Di van sepanên faşîzan de hedefa yekemîn jinên ciwan e. Ji bo ku ciwan di qada siyasetê de cih negirin hewildaneke pir mezin heye. Bi her cûreyên polîtîkayên şer ên taybet êrîşê ciwanan dikin. Armanca wan êrîşan şikandina têkoşîna bi rêxistinkirina ciwanan e. Desthîlatdariya faşîst ji ber ku encam nagire vê gavê bi hêzên xwe yên bazbend hevalên me direvînin û îşkence li wan dikin. Sixuriyê li wan ferz dikin. Bi awayekî zanebûn êrîşê li me dikin."   'Bi têkoşînê em ê bi ser kevin'   Gulîstan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi tu avayî ev êrîşên nayên qebûl kirin. Em wek Meclîsa Ciwanan a HDP’ê dê li dijî van êrîşên taybet têkoşîna xwe mezin bikin. Tevî polîtîkayên zext û zordariyê em ê ji rêxistinbûna xwe tavîz nakin. Ez bang li hemû ciwan û jinên ciwan dikim ku li dijî vê zîhniyeta faşist em xwe bi rêxistin bikin û bi têkoşînê jî em dikarin bi ser kevin.”