Jinên ciwan li Şengalê ji bo PADÊ belavok belav kirin 2021-09-25 14:10:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navenda Sînûnê ya girêdayî Şengalê bi def û cil û bergên xwe yên gelerî belavok belav kirin.    Ji hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê re 14’e roj man. Her roja ku diçe civaka Şengalê ji rûspî heya ciwanan ji bo partiya wan bi ser bikeve her roj kar û xebatên reng bi reng didin meşandin. Yek ji wan xebatên rengîn jî îro ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve hat kirin. Jinan cilên xwe yên gelerî li xwe kirin û yek bi yek li sûka navçeya Sînûnê geriyan belavok belav kirin û bênavber dirûşmên bijî berxwedana Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) qêriyan.   Jinên ciwan ên ku bi eşqek mezin bi erka xwe radibin dibêjin: “Em dixwazin Semîr Şêx Derwêş bi serbikeve ji ber ku bi serkeftina wî em ê bikaribin siberojên bi ewle û azad bijîn û mafên xwe di her qadê de bixwazin."