Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê dest pê kir 2021-09-25 12:19:49     ENQERE - Siyasetmedar Gultan Kişanak li ser navê girtiyên jin peyamek ji Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê re şand û got: "Qeyûm projeyeke talan û hilweşandinê ye. Em jin hem li derve û hem jî li hindûr li dijî her cûreyên êrişan bi rêxistinî û li ber xwe bidin. Em ê rêveberiyeke herêmî ya demokratîk ava bikin."   Ji hêla Lîjneya Rêveberiya Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve bi dirûşma "Dema hilweşandina rêjîma qeyûmê û avakirina rêveberiya demokratîk e" li Salona Konferansê ya Tesîsên Civakî û Mala Xwendekar Teoman Ozturk a Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) Konferansa Jinan a Rêveberiya Herêmî tê lidarxistin. Di salona konferansê de pankartên "Hevserokatî Xeta me ya mor e", "Jin jiyan azadî" û "Dema hilweşandina rêjîma qeyûmê û avakirina rêveberiya demokratîk e" pankartên bi kurdî, tirkî û erebî hatî nivîsin hatin daliqandin.    Ji bajarên herêmî gelek jin tevlî konferansê bûn. Ji Komeleya Şopandina Koçberiyê ya Mezopotamyayê Fatma Onkol, Hevseroka Komeleya Nivîskarên Kurd Sultan Yarar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Esengul Demîr, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, Hevberdevka Partiya Çepgir a Kesk Ayşe Erdem, ji SODAP’ê Sevtap Akdag Karahan, Koordînatora Navenda Lêkolînê ya SAMER'ê Yuksel Genç tevlî konferansê bûn.    Berdevka Meclîsa Jinan HDP'ê Ayşe Acar Başaran, endama Koordînasyona Jinan a HDP'ê Feray Mertoglu, endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê Zozan Aykut, Hevberdevka Lijneya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk Hediye Karaaslan ji bo dîwanê hatin bijartin. Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê jî sînevîzyonek derbarê xebatên ku ji hêla rêveberiya herêmî ya HDP'ê ve hatî kirin hat nîşandan.    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a ku li Girtîgeha Kandirayê dimîne li ser navê hemû girtiyên jin peyamek şand konferansê. Peyama ku hat şandin wiha ye: “Rejîma qeyûmê tê wateya darbeyeke kedxwarî, otorîter û zayendperstiyê. Li hemberî Siyaseta Kurd a Demokratîk, Tevgera Jinên Kurd û wekheviya zayendî û civakeke demokratîk darbeyeke siyasî ye. Hedefa yekem a qeyûman astengkirina xebatên jin, çand, huner û nasnameyê bû. Li gorî serdestiya mêr pergaleke şêlandinê tê avakirin. Qeyûm projeyeke talan û hilweşandinê ye. Em jin hem li derve û hem jî li hindûr li dijî her cûreyên êrşiyan bi rêxistinî û li ber xwe bidin. Em ê rêveberiyeke herêmî ya demokratîk ava bikin. Em di vê baweriyê de ne. Em jin û gelê xwe yê ku li ber xwe didin silav dikin.    Konferans bi axaftina Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan didome.